Stenbol
Nivîskarê rojnameya Milliyetê Hasan Cemal çû Qendilê û bi Murta Karayilan re axivî.
Serokê KCK'ê Karayilan dibêje "Ez ne cudaxwaz in, em şîdetê naxwazin" û diyar dike ku sala 2011'an dikare bibe sala çareseryê, nexwe dê ber xwe bidin.
Nivîskarê Milliyetê Hasan Cemal ev gotinên Karayilan pêşkêş kirine:
"1- “Em êdî naxwazin pirsgirêkê bi şîdetê çareser bikin. Em dixwazin çekan ji holê rakin."
2- “Em ne cudaxwaz in. Em naxwazin Tirkiyeyê parçe bikin.”
3- “Em li werçerxekê ne. Ger van dema Meclis nekeve betlaneyê, gavek zûtir pirsgirêka mebûsan çareser bike û ji bo Zagona Bingehîn a nû helwestkê deyne dê pêvajoya aştiyê xurtir bibe, bibe herdemî.”
4- “Serok Apo mehek berê li Îmralî sê protokal da dewletê. Ger hûn bipirsin, 'Pêşîlêvekirina yekemîn di 2009'an de bê encam ma; ev protokol di asta duyemîn a pêvajoya pêşîlêvekirina demokratîk de ne' ezê bibêjim erê.
5- “Nexşerêya Serok Apo ya van sê protokolan di warê pirsgirêka kurd de pêşîlêvekineke nû ye. Ji bo destpêkirina çareseriya bi zagoneke demokratîk û bi temamî betalkirina şîdetê... Yanê ji bo aştiyê pêşîlêvikirine gelek girîng e...”
Milliyet, 27.06.2011


