logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Pirtûkên Ferîd Egdu bi 2 wergerên cuda derketin

Ferîd Edgu yek ji nivîskarê jîr ê tirk e. Ji aliyê kurdan ve yek ji taybetiyên çîrok û romanên wî jî gelek çîrok û mijar

  • Dîrok: 08/09/2020
  • Beş: Berhem

Diyarname

Ferîd Edgu yek ji nivîskarê jîr ê tirk e. Ji aliyê kurdan ve yek ji taybetiyên çîrok û romanên wî jî gelek çîrok û mijarên wî li ser kurdan, herêma kurdan in. Edguyê ku demek li Culemêrgê mamostetî kiriye, ev yek ji bo wî bûye bingeha nivîsandina gelek berheman. Yek ji wan jî "Demsalek li Hekarîyê" ye. 

Edgu piştî li Zanîngeha Stenbolê dest bi xwendinê dike, dûre ji bo berdewamiya xwendina xwe diçe Parîsê. Di vegerê de ji dêvla leşkerî ji bo dewletê mamostetî dike û wî dişînin Culemergê. Di sala 1964'an de li Culemêrgê mamoste-leşker demê derbas dike û bi salan paşê vedigire wan rojan, vê pirtûkê lê dike.

Ev pirtûk di sala 1977'an de bi navê "O/Hakkari'de Bir mevsim" (Ew/Li Culemêrgê Demsalek) bi tirkî derdikeve. Û niha ji bo kurdî ji aliyê du kesan ve hat wergerandin û ji aliyê Weşanên Lîsê ve hat çapkirin.

Di vir de yek ji xala balkêş ew e ku Lîsê du wergerên cuda, wekî du pirtûk çap kirine. Yek jê Brahîm Ronîzêr bi navê "Demsalek Li Hekarîyê" wergerandiye, ya din Nejdet Kaya bi navê "Le Hekarî Demsalek" wergerandiye. Weşanxaneyê her du pirtûk bi du bergên cuda weşandine. Di weşanxayaneke kurdan de ev cara pêşî ye tiştek wisa diqewime. Li ser vê yekê weşanxaneyê wisa gotiye, "Dilê me qebil neda em ji her du wergeran yekê bibijêrin ku di şert û şirûtên cihê de hatine kirin. Jêwêdetir wekî weşanxane ev neket serê me. Her wiha wergêran, nivîskar û weşanxaneyê ya xwe kir yek û rêbazeke nip û nû bijart: Romarek bi du wergeran. We kîjan xwest wê bixwînin."

Ev rewş ji bo lêkolînerên wêjeya kurdî, xwendevanên kurdî yên zanîngehan jî dê bibe firsendek ku li ser lêkolîn û nirxandinê bikin. Em yekê ji bo wan dihêlin û paragrafek ji her du wergeran pêşkêş dikin:


"Di nav kîsikan de hingiv, birinc, savar,

xwê, yên xwêkirî,

rûn, şekir, boyax, zerdeleyê hişkirî, tirî,

pênûs, lênûsk, pirtûk,

tebeşîr, al, derman

û li kêleka min bav û kurên kotîbûyî.

Ligel torbeyên arvan, qutîyên toz a şîr û derman ku UNICEF'ê ji beşa alîkariyê ji bo kotîbûyîyan şandiye,

du mih û sê bizin em bi rê ketin.

(Dilê min de hestekî ecêb: wekî ku ez li ser navê kesekî cuda rêwî dikim.)" (Wergera Nejdet Kaya, beşa "X/Veger)


"Di nav kîsan de hungiv, birinc, savar,

xwê, tiştên kesirandî,

rûn, şekir, boyax, mişmişên hişkkirî, mewîj,

pênûs, defter, pirtûk,

tebeşîr, al, qotîkên dermên

û di rex min de bav û kurên bi nexweşiya kotî

kîsên arvên, qotîkên dermên û şîrê toz yên ku UNICEF'ê di demên alîkariyê de dane, du mî, sê bizin, em ketin rê.

(Di dilê min de hestekî seyr: Wekî ku ez li ser navê hineke din rêwingîyê dikim.)" (Wergera Brahîm Ronîzer, beşa "X/Veger)


'Di Keştiyê De'

Li aliyê din Brahîm Ronîzer pirtûkek din a Ferîd Edgu wergerandiye, "Di Keştîyê De". Ev pirtûka Edgu bi navê "Bir Gemide" yekem car di sala 1978'an de hatiye weşandin û niha bi kurdî li ber destên xwendevanên kurdî ye.


Li ser mijarê sê cuda

Weşanxaneyê; Paşnavê nivîskar wekî "Edgü" nivîsandiye ku tîpa "Ü" di alfabeya kurdî de nîn e.

Li aliyê din pirtûka Edgu ya li ser Culemêrgê bûbû fîlm. Derhêner Onat Kutlar ew kişandibû û Genco Erkal serlîstikvaniya fîlm kiribû. Fîlmê ku di sala 1983'yan de hatibû kişandin di 33'yemîn Festîvala Fîlman a Berlînê de xelata mezin "Hirça Zêrîn" girtibû. Fîlmî di festîvalên din de jî xelatên cur bi cur girtibûn.

Her wiha pirtûkek din a Ferîd Edgu bi navê "Dengê Doyê" ji aliyê Cemil Oguz ve hatibû wergerandin û di sala 2011'an de ji Weşanên Evrenselê derketibû.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Erebeya şaredarî qulubî, 4 kes birîndar bûn

ad

Êdî her kes dikare xwe bigihîne arşîva filmên erotîk

ad

Pirtûkek nû: “ÇANDINA TENE” derket

ad

Lo te çi kir, te çi kir!?.

ad

Li Rojava Yekîtiya Şaredariyên Gel tê avakirin

ad

Yildizhan: Li bakurê Iraqê pirsgirêkên Tatlises hebûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname