Diyarname
16 baroyên herêmê encamên civîna xwe eşkere kirin. Baroyan xwest muzareke û hevdîtin bidomin û ji bo çareserî 8 xal eşkere kirin.
Baroyên herêmê yên bajarên Agirî, Bedlîs, Culemêrg, Meletî, Riha, Wan, Batman, Amed, Qers, Mûş, Şirnex, Çewlig, Elezîz, Mêrdîn, Sêrt û Dêrsimê piştî der barê geşedanên dawî de li Dêrsimê di navbera 23-24'ê rezberê de civîn pêk anîn, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Demê ya Baroyan û Seroka Baroya Dêrsimê Prz. Fatma Kalsen ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser pevçûnên li herêmê û pirsgirêka kurd û ev 8 xal eşkere kirin:
1- Pevçûnên dawî bandorek neyînî li ser civakê pêk tîne. Hate dîtin ku tundî bi tundiyê çaser nabe. Divê pirsgirêk li ser bingeha mafên mirovan û rêbazên demokrasiyê bi aştî, diyalog û lihevhatinê çareser bibe. Tu rêbaza tundiyê nayê qebûl kirin.
2- Piştî ku qeydên deng ên di navbera dewletê û nûnerên rêxistinê de di çapemeniyê de derket holê hate ditîn ku bertekên neyînî derneketine holê. Ev yek dide xuyakirin ku pirsgirêka kurd bi rêya tundiyê nayê çareserkirin û divê hevdîtin û muzakere berdewam bikin.
3- Ji bo xwîn raweste divê muzakere pêş bikevin. Derket holê ku operasyonên dersînor ku 30 sal in berdewam dike û rêbazên ewlehiyê ku didomin çareseriyê pêk naynin. Ji bo çareseriyê divê gavên wêrek bên avêtin û bi aktorên berpirsiyar re pêk bê. Her wiha ji bo vê yekê jî divê BDP û parlementerên Eniya Ked Demokrasî û Azadiyê vegerin meclisê.
4- Divê meclis nêrîn, pêşniyar û rexneyên hemû saziyên sivîl ên civakî, rêxistin û sendîkayan li ber çavan bigire û li gorî wê Zagona Bingehîn a nû sivîl û demokratîk ku mafê her kesî diparêze ava bike.
5- Divê hemû kujerên nediyar bên dîtin û darizandin û winda bên dîtin. Divê Tirkiye di aliyê koçberiya bi zorê, gorên komî û sûcên mirovahiyê de bi paşeroja xwe re bê rûberîkirin.
Divê Tirkiye 'Peymana Berî Windakirinê Parastina Kesan' a Neteweyên Yekbûyî qebûl bike.
6- Divê projeyên civakî, çandî, xwezayî û aborî yên ku xweza û derdorê wêran dikin û zirarê didin ekolojiyê bêne betalkirin.
7- Divê ji bo kuştin û tundiya li hemberî civakê bi dawî bibe kujerên jinan bên darizandin, hiqûq ji nû ve bê sazkirin û kujer bên cezakirin.
8- Divê mafê hiqûqê baroyan bê parastin. Divê parêzer û baro karibin ji bo darizandinek adilane peyvira xwe bi cih bînin û astengî li pêş wan bên rakirin.


