Diyarname
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê ji bo 1’ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cînanê dê konserek li dar bixista lê Walîtiya Mêrsînê konser qedexe kir.
Li gor bernameyê konser gere 2’yê mehê li Navenda Çanda Ataturk a Yenîşehîra Mersînê bi diruşma "Deng bide aştiyê, ji şer re bêje raweste" li dar biketa. Di konserê de wê Pinar Aydinlar û Dodan Ozer wekî hunermend bi stranên beşdar bibûna, lê Walîtî bi gotina “ne guncav e” destûr neda konserê.


