Qamişlo
Bi armanca geşkirina werzîş û rihê werzîşê di navbera şêniyên herêmê de vê êvarê 17'ê mehê "Tûrnûvaya Newrozê ya Mezin a 2023'yan dest pê kir. Di bin çavdêriya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê de Komeleya Helîq vê tûrnûvayê organîze dike. Tûrnûvayê li Qamişloyê dest pê kir.
Di tûrnûvayê de 32 tîm hene û ew li 8 koman hatine parvekirin. Her du tîmên bibin yekemîn û duyemîn dê derkevin astek jortir, ên din dê têk herin.
Piştî merasima destpêkirina tûrnûvayê wekî maça destpêkê, maça di navbera tîmên Baz û Dostên Şivan hate lîstin. Tîma Dostên Şivan bi 2-0 bi ser ket.
Gerînendeyê Werzîşê yê Komeleya Helîq û çavdêrê komîteya birêxistinkirina vê turnuvayê kabtên Ayid Hisên axivî û gotin ku armanca wan ji van turnuvayan rihê werzîşê biafirînin û teqez bikin ku ciwan bi xaka xwe ve girêdayî bin.
Hisên wisa got: "Em werzîşê bi hemû awayên wê teşwîq dikin, da ku teqezî bi rihê biratiyê ya hevbeş a pêkhateyên bikin. Em îro dibînin ku beşdarî ji tevahî pêkhateyên herêmê di vê turnuvayê de heye."