Diyarname
Amedspor di Koma Sor a Lîga 2'yemîn de bû şampiyon û niha ji bo vê yekê dê kûpaya xwe bigire. Amedsporê bernameya merasima girtina kûpayê eşkere kir.
Li gor daxuyaniya klûbê 11'ê mehê saet 17'an de wê merasima kûpagirtinê çêbibe. Merasim wê li Stada Tahir Elçî li dar bikeve. Di merasimê de hunermendên wekî Xêro Abbas, Azad Bedran, Pervin Çakar, Bajar, Helim Omerî, Şiyar Berwarî, DJ Ramazan Karakaş û Jehrmar derkevin ser dikê.


