Diyarname
Pirtûka Rêzimana Kurmancî ku ji aliyê Ferhad Mûsayî û Vîyan Hesenî ve hatiye amadekirin çend roj berê ji Weşanên SZK'ê derket. Îro ji bo nasandina vê pirtûkê merasimek li dar ket.
Merasîma danasandinê li navenda Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a li bajarê Qamişlo, bi amadebûna rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, mamosteyên zimanê kurdî û rêveberên dibistanan pêk hat.
Hevseroka SZK'ê û yek ji amadekarên pirtûkê Viyan Hesen di merasîmê de axivî û diyar kir ku li rojavayê Kurdistanê bi dehan sazî û dezgehên bi ziman re eleqedar dibin hatine avakirin, lewma pêdiviya wan bi standarteke yekgirtî heye.
Viyan Hesen destnîşan kir ku wan wekî SZK’ê xebata çêkirina standartekê wekî erka xwe dîtiye û xwestiye bi vê pirtûkê zimanê kurdî di qonaxeke din a vejandinê re derbas bikin.
Li gor nûçeya ku ANHA'yê belav kiriye Hesen li ser amadekirina pirtûkê jî ev agahî parve kirine: “Me di heyama 3 salan de amade kir, girîngiya xebatên SZK`ê jî di yek kirina zimanê kurdî de ye. Bi vî awayî me xwest yekrêziya zimanê nivîsê jî çêbikin.”
Viyan Hesen da zanîn ku ew ê ji bo pêkanîna erka xwe di demên pêş de berhemên din derxînin.
Amadekarê din ê pirtûkê Ferhad Mûsa jî naveroka pirtûkê vegot û ev agahî dan: “Pirtûk ji beşên dengnasî, morfolojî (peyvsazî), ristesazî (hevoksazî), watenasî, rastnivîsîn û xalbendî pêk tê. Me xwest bikaranîna rast a têgehan, ristesazî, rastnivîsê destnîşan bikin."
Piştî danasînê, pirtûka Rêzimana Kurmancî ji bo xwîneran hat îmzekirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- SZK’ê pirtûka “Rêzimana Kurmancî” weşand
***

Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com


