Diyarname
Roja yekşemê maçeke girîng di Lîga Duyemîn a Koma Sor de heye. Kastamonu û Amed Spor tên hemberî hev. Amed Spor bi ser bikeve dikare hema bêje ez şampiyon im jî. Baş e, îstatîstîk çi dibêjin, me ew dan hev.
Roja 14.04.2024’an di Lîga Duyemîn de maçeke girîng heye. Tîma yekemîn a Koma Sor Amed spor û tîma duyemîn a heman komê Kastamonu Spor li Kastamonuyê tên hemberî hev.
Berî maçê em li hin îstatîstîkên her du tîman binerin. Kerem bikin…
- Buhayê tîma Amed Sporê 2 mîlyon û 610 hezar Euro ye. Buhayê tîma Kastamonu 3 mîlyon û 360 mîlyon Euro ye.
- Amed Spor xwedî 74 pûanan, Kastamonu xwedî 71 pûanan e.
AVÊTINA GOLAN
- Amedê heta niha 47 gol avêtin û 24 gol xwarine, Kastamonu 32 gol avêtine û 23 gol xwarine.
Yanê, Amed Sporê bi qasê ku xwarine ew qas jî avêtine, lê Kastamonu bi qasî xwarine, ew qas nekariye biavêje.
10 MAÇÊN DAWÎ
- Amed Spor di 10 maçên dawî de her bi ser ketiye. Kastamonu di 10 maçên dawî de 6 caran bi ser ketiye, 4 caran wek hev maye.
TEMAŞEVAN
- Amed Spor maçên xwe di stada cihê 33 hezar kesî de dilîze, ku piranî tije ye.
Kastamonu li stana xwe ya cihê 4 hezar kesî lê ye maçên xwe dilîze.
- Lîstikvanê Amed Sporê yê herî buha bi 300 hezar Euroyî Mert Çapar e.
Lîstikvanê Kastamonu yê herî buha Yusuf Turk e ku bi 225 hezar Euro ye.
GOLAVÊJ
- Li Amed Sporê Berk Unsal bi avêtina 19 golan li pêş e. Ku di Lîgê de jî yekemîn e niha. Li Kastamonu Okan Eren bi 15 golan li nav tîma xwe li pêş e. Li Amedê Çekdar Orhan bi 15 asîstan yekemîn e. Li Kastamonu Kubilay Yavuz bi 6 golan yekemîn e.
ASTA TEKNÎK DÎREKTORAN
- Teknîk Dîrektorê Amed Sporê Mesut Bakkal 60 salî ye û xwedî UEFA Pro-Lîsansê ye. Teknîk Dîrektorê Kastamonu Firat Gul 39 salî ye û xwedî UEFA A Lîsansê ye.
Mesut Bakkal di Super Lîgê de jî teknîk dîrektorî kiriye, yê Firat Gul tecrubeyeke wî ya wisa tune ye. Lê her du teknîk dîrektor jî rêzkirina lîstikvanan a bi sîstema 4-1-4-1'ê tercih dikin.
Niha wê çawa be?
Maça wan 14'ê mehê saet 15'an de dest pê dike. Kastamonu li mala xwe bi avaraj e lê Amed Spor bi îstatîstîkên xwe jî, bi temaşevan û daxwaza xwe jî gave derdikeve pêş.
Lîstikvanên Amed Sporê li mala xwe çawa dilîzin, li Kastamonu jî wisa bilîzin, biçek din konsantreya xwe derxin jor wê bi ser bikevin. Lê biçek ji xwe biçin, di saniyeyên xwe ji bîrkirinê ên herî biçûk de jî dê derbê bixwin.
Û sibê, tameşevanên Amed Sporê li du meynanên mezin ên Amedê bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin li ber ekranên mezin dê maçê temaşe bikin. Û bi hezaran temaşevanên wan ên li bajarên din jî diLê wan ji bo Amed Sporê wê lêde.
Ji bo guhdarîkirinê: