Diyarname
Amed Spor îro li Somayê bû û di encamê de bi 1-0 bi ser ket. Berî lîg xilas bibe be hefteyek bi 3 pûanan li pêş tîma duyemîn e, loma jî şampiyoniya xwe ragihand...
Di Lîga 2'yemîn de îro maçên hefteya 35'an hatin lîstin. Amed Spor li Somayê bû û bi ser ket. Nîveka yekemîn a maçê bi 0-0 bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Amed Sporê hê zêdetir bi daxwaza serketinê lîst. Lîstikvanê Amed Sporê Oktay Aydin di deqîqeya 49'an de bi şûtek mikemel Amed Spor bi 1-0 derxist pêş.
Piştî vê kêliyê de jî atakên Amed Sporê yên dijwar dom kirin. Vê yekê jî kir ku lîstikvanên Somayê xetayan bikin. Bi vî awayî di deqîqeya 67'an de lîstikvanê Somayê Abdulkatir Oksuz qerta sor dît û tîm ma 10 ket. Di deqîqeya 85'an de jî Yigit Utku cara diduyan qerta zer dît, pêr jî sor, ji maçê derket. Somayê bi 9 kesî maç temam kir.
Di dawiya hefteyê de Amed Spor bi 80 Pûanî yekemîn e. Amed Spor bi vê yekê bû şampiyon. Aliyê matematîkî ve Amed Spor hê ne şampiyon e, ji ber ku hefteyek maye û tenê 3 pûan li pêş e. Lê ji vê saetê wêde zehmet e ku Amed Spor têk here. Kastamonu Spor bi 77 Pûanan di rêza duyemîn de maye. Amed Spor hefteya pêşiya me, hefteya dawî ya îsal li mala xwe dilîze. Ji bo Kastamonu bibe şampiyon divê di maça xwe de bi ser bikeve, Amed Spor jî li mala xwe 11 golan bixwe, wê çaxê dê Kastamonu bibe şampiyon. Û ji ber ku li dinyayê tiştek wisa nîn e, loma jî ji niha de Amed Sporê şampiyoniya xwe ragihand.
HESABÊ LÎGA 1'EMÎN ŞAMPIYONÎ RAGIHAND
Li aliyê din ne hesabê fermî yê TFF'ê be jî, hesabê Lîga 1'emîn ku li ser vê lîgê agahiyan belav dike, şampiyoniya Amed Sporê ragihand. Hesaba X'ê bi gotina "Tu bi xêr hatî" Amed Spor etîket kir û belav kir.