Diyarname
Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê li ser navê Kenan Mak pêşbaziya helbest û çîrokan da dest pêk kirin. Yên bixwazin heta 31'ê vê mehê dikarin beşdar bibin.
Xwendekar Kenan Mak roja 3'yê gulana 1988'an li Zanîngeha Îzzet Baysal a li Boluya Tirkiyeyê ji aliyê komek xwendekarên faşist ve hat kuştin. Meclisa Xwendekaran ji bo bîranîna Mak dest bi pêşbaziyeke bi vî rengî kirin.
Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê du meh berê hate avakirin û niha pêşbazî da dest pê kirin. Zimanê pêşbaziyê kurdî û tirkî ye. Yên bixwazin dikarin berhemên xwe bişînin ser vê mailê:
kenanmakanisina@gmail.com.


