logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Lîstikvanê kurd Azîz Çapkurt di fîlmê Hollywodê de dilîze

  • Dîrok: 11/01/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

___Cemil Oguz___

Ji bo kêm kesan dibe nesîb ku di fîlmekî Hollywoodê de bilîze. Û her ku tu lîstikvanekî kurd bî, rewş zehmetir dibe. Niha lîstikvanekî kurd di fîlmekî Hollywodê de ye. Lîstikan Azîz Çapkurt ligel lîstikvana navdar Eva Green di fîlmê Hollywoodê "Dirty Angels" de dilîze.

ROLA LIGEL EVA GREEN
Fîlmê "Dirt Angels" ji aliyê derhêner Martin Campbell ve hatiye kişandin. Çîroka fîlm li Afganistanê derbas dibe. Dema DYA ji Afganistanê vedikişe komek terorîst êrîşê dibistana keçikan dikin. Ew, keça Balyozgê DYA'yê Bedîa jî têde komek keçikan dîl digirin. Koma terorîst ji bo serê her keçikê 10 mîlyon dolar fîdyeyê dixwazin û pêre jî dixwazin gitiyekî bi navê Şêx El Şîmalî bê berdan.
Di fîlmê aksiyonî de lîstikvana navdar Eva Green, Maria Bakalova, Ruby Rose dilîzin. Lîstivanê kurd Azîz Çapkurt jî di fîlmî de dilîze.

PIŞTÎ 20 SALAN HOLLYWOOD
Lîstika di fîlmên Hollywoodê de her gav ji bo lîstikvanên kurd nabe nesîb. Ji bo lîstina di fîlmekî Hollywoodê de me xwe gihand Azîz Çapkurt. Çapkurt ev nêzî 20 salan e di fîlman de dilîze. Wî derhêneriya hin fîlman jî kiriye. Li ser pirsa, "Têkiliya te bi Hollywoodê re çawa çêbû? Çawa te girtin nava vî fîlmî?" wisa dibêje, "Heft sal berê min berê xwe da Ewropayê bo ku di fîlmên enternasyonal de bixebitim. Zehmet bû, ji ber ku tu têkîlî û derfet nîn bûn. Dîsa jî min xwest biceribînim. Bi xatirê fîlmên min li Tirkiyeyê çêkiribûn ajansek li Almanyayê û dû re jî ajansek Londonê ez qebûl kirim. Min dest pê kir û li Ewropayê kariyerek nû min di sêrî de ava kir. Ev projeya Hollywoodê jî bi rêya ajansa min a Londonê hat."

'LÎSTINA LI HOLLYWOODÊ HÎSEKE ECÊB BÛ'
Li ser pirsa me ku "Hesteke çawa ye wekî kurdekî di fîlmekî Hollywoodê de dilîze?" jî Çapkurt wisa dibêje, "Bi rastî hesteke ecêb bû. Çîroka lîstikvaniya min li bodrûmeke Kadikoya Stenbolê ligel koma Teatra Evîna Welat dest pê kir. Bo vê yekê jî navbera cîhê min dest pekir û vê projeyê kontrasteke mezin hebû. Li ser setê bi lîstikvanan re jî me qala vê gelekî kir. Bo wan jî ecêb bû." Li ser pirsa "Ji bo rolê we xebatek çawa kir?" jî Azîz Çapkurt van tiştan dibêje, "Min berê jî gelek projeyên navneteweyî çêkiribûn. Di nav gelek projeyên navnetweyî de min cih girtibû. Bi wî alî ez bi xwe bawer bûm. Wekî din zehmetî tenê teşqeleya fîlma aksiyonê bû. Me çend hefteyan amadekariyeke giran kir û em fêrî taktîkên leşkerî û xebitandina çekan bûn. Lîstikvanên ji gelek welatên cuda wekî ji Amerîkayê, Îngilîstanê, Avusturalyayê, Israiîlê, Yewnanîstanê hebûn. Ez gelek tiştan jî fêr bûm. Her fîlmek dibistanek e."

'XEBAT Û DÎSÎPLÎN GIRÎNG E'
Ez ji Azîz Çapkurt dixwazim qal bike ka "Ji bo lîstikvanên me li dinyayê wisa di fîlmên girîng de bilîzin çi pêşniyarên te hene?" wisa dibêje, "Çi bêjim? Gelek tişt hene. Lîstikvanî zehmet e lê belê bo akterên kurd zehmetir e. Bo lîstikvanên ciwan kurtasî bêjim; Bila rêya wan vekirî be. Ger rê girtîbin jî divê ji xwe re rêyekê vekin. Lazim e tim hêvîdar bin. Bo yek armanc gelek rê hene. Yek nebû ya din biceribînin. Her roj li ser lîstikvaniyê xebat girîng e. Xebat û dîsîplîn talent girîngtir e. Sînemeya kurd û navneteweyî bishopînin û bielimin-ser bixebitin. Têkîlî bi sinemagerên kurdan re çêbikin. Û divê qet nebe îngilîzî û yek du zimanên biyanî bizanîbin. Da ku bikaribin têkîlî û xebat li gel sînemagerên navneteweyî ava bikin. Herî dawî jî platformên casting wekî Spotlight, Crewunited, Castforward bizanibin."

*

AZÎZ ÇAPKURT KÎ YE?
Lîstikvan Azîz Çapkurt di 1981'ê de li Qersê hatiye dinê. Di sala 2002'yan de li Stenbolê ligel Teatra Evîna Welat dest bi karê şanoyê kiriye; di hin lîstikên kurdî de rol girtiye ser milên xwe.
Çapkurt ku demek di hin fîlman de wekî asîstanê derhêner kar kiriye, di sala 2006'an de beşdarî  Mezopotamya Sînema Kolektîfî bûye. Çapkurt ligel karê lîstikvanî, derhêneriya kurtfîlmê wekî  “Bêdengî” û “Annem Bariş İstiyor” (Diya min aştiyê dixwaze) jî kiriye.
Di 51'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê de Çapkurt bi rola di fîlmê "Klama Dayika Min" (derhêner Erol Mintaş) de Xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî girtiye.
Lîstikvan Azîz Çapkurt ku ji sala 2017'an ve li Almanyayê dijî, heta niha di gelek projeyên navneteweyî yên li welatên Amerika, Îngilistan, îran, Yewnanistan, Fas, Swêdê de lîstiye. 
Ligel fîlman, wî di rêzefîlmê wekî "Catherine The Great" (derhêner Jamie Payne ku xelata Emmy girtiye), rêzefîlmê Berkun Oya "Bir Başkadir" û yê Disney "Kaçış" de jî lîstiye.
Çapkurt herî dawî di fîlmê derhêner Nadia Fall ê bi navê "Brides" de lîstiye ku ev fîlm vê mehê yekem car li Festîvala Fîlman a Sundanceyê dê bê nîşandayîn.


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şaredariyên BDP’ê ji bo Wanê seferber bûn

ad

Kayum şandin ser şaredariya Culemêrgê

ad

Ev e wêneyê rojê: 18 lîstikvan bûn 'Nakî'

ad

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

ad

Cenazeyên 3 siyasetmedaran tînin Tirkiyeyê

ad

YSK'ê daxwazaHDP'ê red kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname