Diyarname
Bi organîzeya Şaredariya Peyasa Amedê li Park 75'ê konserek hebû ku gelek kêfa temaşevanan anî.
Di konserê de pêşî çîrokbêj Ayhan Erkmen, dengbêj Kazo, Xalide, Evîn Sindî, Mihemedê Serhedî derketin ser dikê. Erkmen ji Bedirxaniyan heta Dewrêşê evdî parçe bi parçe çîrok vegotin û dengbêjan jî bi hemen konseptê klam gotin. Wan beşa xwe bi strana "Zimanê kurdî" ligel temaşevanan gotin û sehne teslîmê koma Rastak kırın.
Koma Rastak ku ji Rojhilat hatibû coşek xweş da temaşevanan. Komê di serî de bi strana xwe "Xweş e Hewraman", stranên din û bi muzîka bi coş temaşevan coşandin.
Foto Cemil Oguz


