Diyarname
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser zordariyên ser kurdî û çanda kurdî, li ser çareseriya pirsgirêka kurd daxuyaniyeke nivîskî belav kir. ÎHD'ê got, "Divê zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin û wekî mafeke di zagona bingehîn de bê qebûlkirin."
Van rojan rojeva Tirkiyeyê nîqaşa li ser pirgsirêka kurd e. Her yek tiştek dibêje. ÎHD'ê jî di vî warî de bi taybetî li ser ziman û çanda kurdî, zordaniyên li ser van daxuyaniyeke berfireh belav kir. Di daxuyaniyê de ÎHD, ji Plana Şark Islahatê heta îro li ser meseleyê sekinî. ÎHD'î got di sala 2024'an de li bajarên wekî Batman, Îzmîr, Riha, Mêrdîn, Amed, Şirnex, Antalya, Mêrsîn, Agirî, Sêrt, Stenbul, Culemêrg, Osmaniye, Balikesirê ji ber bi kurdî stran gotina û govenr gerandine 375 kes hatine binçavkirin û 47 kes jê hatine girtin.
ÎHD'ê qala zordariya li ser kurdî û çanda kurdî, meseleya di asta UNESCO'yê de, "Peymana Parastina Kêmareyên Neteweyî", bi serdegirtina MED-DER, Payîz Pirtûk, PÎNE Cafe û gelek astengiyê din kir û got, "Rêya ku ber bi çareserkirina Pirsgirêka Kurd ve dibe, ku ev pirsgirêka demokrasî û mafê mirovan e; pêşî di vê zordariyên îdarî û dadgehî yên li ser kurdî û çanda kurdî bêne betalkirin, zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin û wekî mafeke di zagona bingehîn de bê qebûlkirin. Ji bo pirsgirêka kurd ber bi çareseriyeke demokratik û adil ve here û hel bibe gava herî kritik ew e ku mafê zimanê zikmakî bigirin bin ewlehiyê û qebûl bikin."
ÎHD gotiye ku wan her mijara têkildarî Pirsgirêka Kurd di heman demê de wekî pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê dîtiye û wisa dom kiriye, "Di rapor û daxuyaniyên xwe de me ev wekî mafên mirovan ên bingehîn belge kirine, dema ev maf ji aliyê kurdan ve hatiye bikaranîn, di çareseriya pirsgirêka kurd de bûye gaveke baş. Komeleya me pirsgirêka kurd wekî mafê mirovan û demokrasiye dibîne, di vê çarçoveyê de li gor hiqûqa mafê mirovan, ji aliyê zagonî, civakî û çandî ve, bi awayekî lezgîn bê çareserkirin."


