Diyarname
Kûpaya Cîhanê ya 2026'an bi maça yek ji mazûvanan Meksîkayê dest pê kiribû û Meksîkayê 3 pûanên xwe girtibûn, lê mazûvanê din Kanada îro li hemberî Bosna Hersekê puan parve kirin. Mazûvanê din DYA'yê 13'yê mehê şefeqê Paragûayê dike mêvan.
Maça Koma B di navbera Kanada û Bosna Hersekê de bû û bi 1-1'ê bi dawî bû.
Di maça li Stada Torontoyê hat lîstin de Bosna Hersek di deqîqeya 21'ê de bi gola Jovo 1-0 derket pêş.
Kanadaya ku gelek firsend ji dest dan, lîstikvanê wan Cyle Larin ku di deqîqeya 76'an de ket maçê, deqîqeya 78'an de gola xwe avêt
Bi vî awayî her du tîmên Koma B her yek bi pûanez razî man. Sibê wê Swisre û Qetar ligel hev bilîzin.
Ji bo hemû bernameyê:
Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
**
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026


