Diyarname
Fîlmê nû yê Jamez Bond vê carê bi dîmenên serlîstikvanên xwe dilan dihelîne. Film 31'ê rezberê de dikeve vîzyonê.
Fîlmê rêzeya James Bond The Quantum Of Solca heta niha bi qezayên ku di dema kişandinê de pêk hatin bû mijara nûçeyan vê carê bi rola serlîstikvan Daniel Craig û lîstikvana ciwan Gemma Arterton ku di nîvê temena wî de ye ket rojevê. Dîmenên dilhênik ên ji fîlm hatin pêşkêş kirin.
Ji sehneyên fîlmên James Bond ên bi agirê evînê dişewitînin ku di her fîlmê James Bond de hene vê carê jî dê dilan bihelinin. Dîmena ku Daniel Craig û lîstikvana ciwan Gemma Arterton di halê gelek ji xwe razî û rehet de nîşan dide ji niha de bûye sedema paşgotiniyan.
Gemma Arterton ji nav hezar û 500 berendaman hate hilbijartin. Aerteton di dema kişandina fîlm de gelek rehet dixuya û sehneya ku James Bond (Daniel Craig) pişta wê maçî dike ji niha de bû sedema galegalan.
Fîlm di 31'ê rezbera 2008'an de dê bikeve vîzyonê.


