Diyarname
Lîstikvanê Fenerbahçeyê yê ji Nîjeryayê bi maça ku li hemberî Fransayê lîstik ket nav dîroka Nîjeryayê. Yobo bi vê maçê bû 100'emîn car formaya tîma neteweyî li xwe dike û dilîze. Heta niha li nav lîstikvanên Nîjeryayê kesekî 100 caran di tîma neteweyî de nelîstibû.
Yobo yê hê lîstikvanê Fenerbahçeyê ye, par ji bo tîma Norwich City hatibû kirêkirin û li wir lîstibû. Sala pêşiya me Yobo careke din dê li Fenerbahçeyê bilîze yan na hê nediyar e.
Di vê navberê de Fransayê bi 2-0 Nîjerya têk bir û derbasî çarîk fînalê bû. Li ser navê Fransayê Paul Pogba di deqîqeya 79'an de golek avêt û tîma xwe 1-0 derxist pêş. Di deqîqeya 90+2 de Joseph Yobo gol avêt qeleya xwe û Fransa bi 2-0 maç bi dest xist.


