SILÊMANÎ
Rêberê YNK'ê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Telebanî, bi rêya nûnerê xwe namzetê gelan ê Serokomariyê Tirkieyê Selahattîn Demîrtaş ji ber serketina xwe ya di hilbijartinan de pîroz kir.
Li gorî malpera PUKMedia, nûnerê Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) Behroz Gelalî li ser navê Rêberê YNK'ê Celal Talabanî (Mam Celal) bi rêya telefonê li Demîrtaş geriyaye û silavên Telebanî lê kiriye.
Hat ragihandin ku Telebanî ji ber Demîrtaş wekî nûnerê kurdan tevlî hilbijartinên Serokkomariya Tirkiykeyê bûye ew silav kiriye û ji ber rêjeya dengan a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dest xistiye jî Demîrtaş pîroz kiriye.
Telebanî destnîşan kir ku encamên Demîrtaş di hilbijartinan de bi dest xist wê bandorê li ser çareseriya pirsgirêka kurd a li bakurê Kurdistanê bike.
Hat diyarkirin ku Demîrtaş jî spasiyên xwe ji bo helwest û pîrozbahiyên Mam Celal pêşkêş kirine û gotiye ku ji bo xêrhatina Mam Celal ew ê di demeke nêz de serdana başûrê Kurdistanê bike.