logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê

Çîrokê ew jî wekî gelek nivîskarî xapandiye. Mere di çîrokên wî de dibîne ku, di navbêndayîna nivîsîna romanan de, wekî

  • Dîrok: 21/01/2012
  • Beş: NÎQAŞ

H.Kovan Baqî

Faulkner dibê: Ên dest bi nivîsînê dike, seba ku dibê qey nivîsandina şiêr’ê rehet e, dest bi nivîsîna şiêr’ê dike, dibîne ku zor e, berê xwe dide çîrokê, dibîne ku ew jî zor e, xwe bêronî diavêje bextê romanê û….ya li ber singê xwe rûdinê, ya jî bi qaneh’bûna xwe re dixape û dengê J.Joyce nabîhîze ku dibêje: Ê/a “dinivîsîne” dibê ez ê çi binivîsînim? Ê/a “nivîskar” dibê ez ê çawa binivîsînim? 
Lokman Ayebe, pizî, doxîn û zendikên vî sûretî qetandiye û qûna vî “hukim”î daye tavê; ji romanê, dageriyaye çîrokê. Feqet çîrokê ew jî wekî gelek nivîskarî xapandiye. Mere di çîrokên wî de dibîne ku, di navbêndayîna nivîsîna romanan de, wekî ku bixwaze bi nivîsîna çîrokan hilma wî bê ber wî, çîrok nivîsîne. Loma jî çîrokên wî, ji çikûsî û zehmeta çîrokê bêtir, şibiyaye comerdî û rehetiya romanê.     
 Heke, ji dêvla zimanê çîrokê, wekî ê romanê hêsan û comerd biva, zimanê romanê, wekî ê çîrokê zexim û çikûs  biva, min ê niha bigota êdî ne nivîskar bi vê dek û dolabê dixapin û ne xwînêr, li ser vê rê’ya hêsan, tiral dibin.

Kitêba “Birîn û Ramûsan” a Lokman Ayebe, bi ser 12 çîrokan de lûsiyaye.
 “Nasname”, rêwîtiyeke li ser masûlkên zimanekî bi zar û şayik e; Serpêhatiya bav û lêw e. Heger ev serpêhatî çîrok be,  îja gere mere ji xwe bipirse, gelo çîrok çi ye? Gelo mere fragmanên vê tabloya nas (dramakurdîzm), ji nava reklamên sînemayê bineqanda û bikira pal ji pişta çavên xwe re, wê zêdetir çizzzînî ji gurçika mere nehata? Heger qaweta peyvê, ne qandî a dîmenekî bi taqet be, îja çima nivîskar vî karê berradayî dikin? Ji ber ku nivîskêr hew xwe ragirtiye, qereqterê xwe kiriye qelemeke şikestî û bi xwe bûye vebêj û ketiye transê; lê hayî nabe ku ka gelo van serpêhatiyan ji kê re vedibêje! Seba ku di dewsa qereqterê xwe keve, ew înfaz kiriye û neelimiye ku wê çilo bive qereqter jî; neketiye xaylan, neherikiye hizûra monologê “navaxwe”, hew vebêjekî razber, dibê qey ez elektronek im ji qilafetekî fîzyolojîk û va ye ez çîroka xwe ji wan xwendevanên ku ez dibêm qey a niha li hizûra min in û li gotinên min guhdarî dikin re, dibêjim. Nivîskar ji transê bifilitiya, çenikek serbestî bida bav û lêw, dibe ku şansa me çêbiva ku me bigota qey law, hem bavê xwe ye, hem bavê lawê xwe ye. Du çîrok, di vê serpêhatiya bêqereqter de nemehiyaye; di vê şêwaza tablo-portre de, bi xwendinê re çîrok diqede û tuxtek tesîr li hiş û dilê xwendevên naniqirîne…
 “Birîn û Ramûsan”, hêlekana emr’ê qereqter e; destekî biefsûn, delka xwe didê; qereqter, hiştîska diçe “do”ya xwe û pirr dereng ji wir tê. Gavekê li “îro”ye û sê gavan li “do”; Sê parên çîrokê, bi vegotina bîranînan derbas dibe, loma jî, ev yek bûye misebibê şkestina sê parsûyên wê. Çîrok, di pirrika vê dezavantajê de daçikiyaye. Ji negotinê bêtir, bûye vegotin. Tevî pirrika vê dezavantajê jî, Lokman, parsûyên çîrokê hinekî cebirandiye û xisara maqro, kiriye avantajeke mîqro. Bi çend niqir’ên mîstîsîst, hinek pirs di vê tabloya ekspresyonîst de edilandiye; leylaneke împresyonî, ji dûr ve ditewtewe û rewrewkên coşiya meraqê, mere ber bi xwe ve radikişîne.
Stûnê çîrokê, “dê”ye û qilafet jî law; Dê, bi hezkirina xwe’y giran, him law ji zilamtiyê xistiye û hem ji jinê bi dûr xistiye; maçîkirina her jinekê hisandina ensestiyê bi wî re çêdike; mahdê wî li hev dikeve, ruh ê wî diêşe. Nivîskêr, bi vehewandina hin çîrçîrok û epîzot ên “rajêr”, ev metn hinekî kiriye “sêwirîneke rajor”. Heke vê hêlekanê, “îro” nebiriba “do”, “do” hanîbûya “îro”, bi vî zimanê biruh, Lokman ê agir bi oqyanosên zemên xista.
 “Heyirandin”, tabloyeke realîst e. Fotoyekî rûtuşkirî’ye. Mirêkeke bêbûx û bêwexm e; betan’ek, çiqa bêkinc karibe laşekî biniximîne, vî foto yî jî –mirêka bêwexm- qilafetê vê çîrokê heqo tazî û ewqas eşkere rê me daye. Piştî ku mere xwendina vê çîrokê diqedîne, mere dibêje, ey ka “çi”yek bi min re çêkir ku ez bivêm, “çi”! Bêhêma, bêmetafor û bêîronî ye. Comerdî, ancax karibe wenî qirpikê li mere xîne! Ne rib’ek û ne misqalek pirs bi mere re çêdike! Hingî bersîveke comerd û sifreyeke bonkêr e, qirpika mahdekî têr li mere dixîne. Heger em li çaxa berî Çexov bana û bi wî re ji portreyê derbasî çeşn’ê nebûbana, me yê bigota; erê! Di vê sedsala 21’în de, bi saya vî zarê bitir, em ê çirrek ekil ji guhanê edebiyata qlasîk bimêjin. Di vî şapatê ku postmodernîzm jî di xirrîna mirinê de ye, em dibêjin qey em ê bi şêwaza qlasîk, li e’rese û mazata edebiyatê, xwendevanan ji xwe re bibînin.
 Ji W. Faulkner dipirsin: “Hêviya te ji nivîskarên nuh ê Emerîqa heye?” Ew dibê: “Na! Çimkî misqala cesaret bi wan re tuneye ku karibin biwêribin berê xwe bidin kepir û gêdûkên asê.”  Tevî heqo talûke û dezavantajên vê sedsalê, heger hêna jî em ê bidin dû Hemîngway û J. London û qlasîstên din, hewce nake hinekî din werin û tirbekê ji edebiyata kurmancî, re bikolin; çimkî qelemên me tevrî’yên seqakirî ne. 
 “Kuliyên Firotinê”, çîrokeke zarokan e; loma jî ne hewceye ku ez wê biwezinînim. Dîsa jî du-sê gotinên min di derheqê wê de heye. Lokman, qet ji zarokatiya xwe û ji mekanê zarokatiya xwe dûrneketiye. Ez dibêjim qey ji herdu qereqterên wî’y zarok, yek jê ez im û ji berriyê têm daxilî kuçeyên Dêrikê dibim. Tabloyeke zêde zindî ye. Çîrokek ancax vî qasî kare heyata zarokên mihûz û mekên, bi zimanekî wilo hurr, wenî kurmancî, wisa nermik û wiha devliken, bihebîne.
 Seba ku nivîskar zêde dilzîz bûye, hêsir ji hişê wî niqitiye û rewrewk a vê nostaljî-mihûzîlojî-motacîlojî’yê bûye misebib ku ew di xefik û da’fikan de wer be; Rûp 24, paragrafa yekê; Memê ji nişka ve rabû ser xwe, wekî sihorîkekî bi darê ve rapelikî û şivek ji dara zeytûnê jê kir. Bi piştre pelên wê jê rûçikandin û şiv da min û ez temîn kirim; “Belkî zarokên bajêr bela xwe bi me bidin, wê ev şiv bi kêrî me bên.” (Hingî hevok dirêj e, nivîskêr ji bîr kiriye ku qereqterê wî şivek tenê ji darê jêkiriye, ne dudu) Rûp 25,  paragrafa yekê, xêza ewil; Memê dike wan bixapîne û heger lê hay bibin şivên di destê me de jî têra xelasiya me, ji nava destê wan nake… Hêna jî hişê nivîskêr di bin hukmê diltenikî’yê de ye û trans dewam e…
 “Barûya Çil Tebeq”, bi dubarekirinên xwe, bi şayikbûn û rewaniya gotinên xwe, pişta xwe daye zimanê edebiyata devkî; bi xeyalê, millê xwe sipartiye hêtê mît-mîtos-gotegot’an û berê xwe daye fantazî û sêwirînê. Peyvên tokme û bi taqet, neqandine; loma jî her çiqa xwe bi lepê dubarekirinê ve berda be jî, zimanê wî zimanekî bi te’am û şayik e; di vê sîlsîle û bagera dubarekirina peyvan de, meraqekê diniqitinê dilê mere û nema mere kare xwe ji vê cezb û îlîzyona rakêş bifilitîne.
Tevî vê rêwîtiya xwêş-êş û te’am-miz jî, seba çîrok hêna ji feqa wezîfedariyê û hûtê mîsyoneriyê nefilitiye, di derwêşiya ber bi edebiyateke ‘ku rişmeyên zemên hilqetandiye de’ dilicime.
 “Teyrikê Nikil Pola”, çîroka gedekekî deh salî’ye. Di vê çîrokê de, hingî nivîskêr xwe bi nava destê wezîfedariyê ve berdaye û bûye alîgirekî ku ji bo niqteyeke di tabloyê de, kare tabloyê giştikî bişewitîne. Halbû kî şansa endamekî di tabloyê de tuneye ku temamê kitekitên tabloyê hem hîs bike û hem bibîne. Ji ber ku nivîskar ji nava tabloyê derneketiye û wekî yekî alînegir li tabloya vê dramayê nenihêriye, nedîtiye ku lawik, di binê siya bavê de maye û wexta li bavê xwe difikire, bi xwe ji çîrokê difiride û mere nema kare wî hîs bike; ji dêvla ku sêwîmayina lêwik, bi bêbavmayina wî bê fêmkirin, lawikê sêwî, di xeyalkirina bavê xwe de wenda bûye.
 Tatêla nivîskêr a mîsyonerî, serê çîrokê jî, bi ê lêw û dê û bavê re, xwariye.
 “Êşa Xezalan”; Gotina fînala çîrokê: Lê ev kerb… Min jî xwe ji vê kerbê rizgar bikira… Di vê çîrokê de, nivîskar ketiye dewsa qereqter û şûrê heqaniyetê kişandiye; neheqiya ku di çîrokê de dibe hilma wî çikandiye; dikeribe, li kihêla hestiyariya xwe suwar dibe û ji bo belengazan rizgar bike, dike xwedayên serdest yeko yeko şerjêbike. Mumkûn e ku jibîrkiribe, edebiyat ne lêgerîn û hefidandina  heqaniyetê ye. Çimkî heqaniyet, qesasî bi xwe ye û nivîskarê ku meqseda wî/ê parastina tiştekî be, berê berê serê xwe jê dike û dû re serê heqaniyetê. Ma edebiyat, ne naskirina bêçaretiyê be, wê çawa karibe bivê; lêgerîna li çareyan, qetilkirina edebiyatê û edebiyatvên e!
 Qereqter, di agirê xezeb û kerba nivîskêr de şewitiye û nivîskarê ku şans ji xwe re nehiştiye ku bive qereqter, hew bûye vebêjê milamekê; li wî cîhê em pê nizanin rûniştiye û ji xwe re a di dilê xwe de dibêje.
 “Qiloçên Xewnê”, xewn û lewneke sêwirî ye;  Lokman, bi teknîkeke zirrzorlêkirî û şêwazeke sûrreal-metafîzîk, deriyên bin hiş ji me re vedike û li vê dinya binhişî a şexsî, me li maxzen û dehlîzên tarî û birewa digerîne. Mere dibê qey mere ji dinya’ya fîzyolojîk niziliye dinya’ya metafîzîk, feqet ne hew qusana ye; a rast nigekî mere li rastiyê û nigê din li xewnê ye; mere di dewla biçeûbê de dewx dibe. Werhasilî, ev çîrok, bi vî halê xwe, bûye çirûska çeqmaqekî, li vê şevistanê. Heke hinekî din jî, nivîskar bibe xiltê axa bîblîyografîk, eks û carrisiya xwe ji nava sergoyê mîsyoneriyê bineqîne-w di pîstika sebrê de biparzinîne; sêwirîn û surrealiya bêşiûr ê veguhêze efsûn û mîstîsîzm’eke bişiûr;
 A wê wextê em ê fêmbikin ku rastî, ne hew ew tiştê ku em dibîne ye û mîstîsîzm, ne hew ew tiştê ku em nabînin e.
 “Girrê Zilamtiyê”; di vê çîrokê de, Lokman hundirê xwe li zimên rehet kiriye. Ji xilafî çend bennên xav, rişme û hefsarên di qirrika hişê xwe de yeko yeko qetandine; feqet, hingî li sewta peyvan a sipesîfîk guhdarî kiriye, mustehceniya çîrokê, kiriye “Plaja Taziyan” û cezb û manyetîzm a ruhê tazî nemaye; loma jî çîrok, bûye sûretê feodalîteyeke ku kare bi tibh’ê heyfhilanîna mêranî, xwe ji mustehceniyê bihefidîne. Bi qinyeta min mustehcenî, cewahir û hevîrtirşê edebiyatê ye; lê belê Lokman, hingî xwestiye binhişekî bike derhişekî, derhişek nekiriye binhişekî mustehcen; taqeta peyvên xwe’y xweşik, taloqî pişt bala xwe kiriye; peyv, bûne kerramper û li jora çîrokê difirrin.
 “Dêreke Çiyayê Mazî”, serpêhatiyeke dramatîk e. Ne tevkujiyeke epîk e; vegotina tevkujiyekê ye. Zarokê vebêj, di binê siya vegotina xwe de dimîne; li guhera ku xwe ji tasewasa edebî veşuştiye,  gotinê serê vebêj xwariye; hew vegotin li dewsa vebêj maye; dêmeg vebêj, nivîskar bi xwe ye.
 “Dilê Esirî”, mahsereya ku hezkirinek tê de hatiye esirandin e; gerrîn û lêgerrînek e. Bi çavên “şît” û bi binhişekî “puh” xwe li asoyên dûûûr radikişîne; xwe ji prolog û epîlog û gelek norm’an xelas kiriye. Bi qaweta înkantasyonê hiştiye ku xwendevan wekî întrospeksîst’an, bide dû sîketina şiûrê.
 Aliyê çîrokê’y qels: heke ev teknîka “monologê hundirîn” bi piştgiriya “rasteqîniya bi-efsûn” welew “mîstîsîzma rasteqîn” hinekî hatibaya tampon-kirin, (dahfdan) qerepereya zêde, wê wekî vîrusan ji şaneyên çîrokê hatibana neqandin û çîrokê bêtir çikûs biba. (Çîroka tirkî jî hêna xwe ji binê nîrê monologê xelas nekiriye) Di çîrokê de, monolog hertişt be, çîrokê heta bi heta bawî be; feqet hew gomeyekî muhîm be, çîrokê bive nenûkên carris û wê hino hino zikê zinarê bêîmkaniyê bixurrimîne.
 Dîsa jî “Dilê Esirî”, bi avantaja zimanê xwe’y xurt-fireh, bi bêdestpêk û bêdawîbûna xwe, bi bêzagon û bêteknîkiya xwe, ji xwe re lûs’ek di zemên de çêkiriye; baş e û kare baştir bive.
 “Kanîka Xwînê”; Heger ev çîrok wekî “sêwirîna rajor” teknîkek bûya jî, movikên wê’y şikestî nedicebirîn; çimkî wekî epîzod; “sêwirîna rajêr”,  çîrokên ji xilafî çîroka esasî, tîne tevî çîrokê dike û jê re dibe taqet; loma jî çîrok bi qawet’tir dibe; lê belê Lokman, pişta xwe daye edebiyata devkî û bi şêwaza vegotinê, epîzodeke ne wekî sêwirîna rajêr, tevî çîrokê kiriye û bi temamî hukim li çîroka esasî kiriye.

 Wekî gotina dawî; tevî heqo behskirina neyîniyan jî, çîroka Lokman, mere pêdihesîne ku, nema bi halê îro ê çîroka kurmancî, qayil dibe; ji qerepereya hewante (a ku ji xilafî jêxwarinê, tuxtekê jî li çîrokê-çîrokbêj zêde nake) zivêr bûye û berê xwe daye jêrzemînên binhiş; kerr, zîz, tenê û tenêtiyê.

Birîn û Ramûsan / Lokman Ayebe / Weşanên Belkî / Çîrok

 

***

 

Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:

- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL

- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)

- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Xelata Sakharov dan Navalny

ad

Çapemeniya înternetê komeleyê vedike

ad

'Ji nav wijdanên me deng derxe!'

ad

Anli bi Serokwezîrê Luksemburgê re hat ba hev

ad

Li Zanîngehê çalakiyek li ser Roboskiyê

ad

Cixare zirarê dîde bîrê jî: Vaye IQ'ya cixarekêşan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname