Diyarname
Pêr polîsan li Kanîreşa Çewligê yek jê wekîlê Şaredarê Kanîreşê, 2 endamên Meclisa Şaredariyê û gelek BDP'yiyên din girt bin çavan. Kanîreşiyan li ber binçavkirinan ber xwe da û got: "Kî çi dibêje bila bibêje Kanîreş li vê herêmê keleha BDP'ê ye. Em vê kelehê teslîmî kesî nakin."
Li Kanîreşê roja 23'yê mehê Serokê BDP'a Kanîreşê yê berê Şemsettîn Ozer, Wekîlê Şaredarê Kanîreşê Selîm Yildirim, endamên Meclisa Şaredariyê Reşît Ozen û Nevzat Azak jî têde 28 kes hatibûn binçavkirin, duh ji van 4 kes hatin berdan û binçavkirina kesên din didome.
Kanîreşiyan duh bi çalakiyek bersiva binçavkirinan da û got: "Kî çi dibêje bila bibêje Kanîreş li vê herêmê keleha BDP'ê ye. Em vê kelehê teslîmî kesî nakin."
Foto: DÎHA


