___Omer Demîr___
Rojnameger Cemîl Oguz ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bal kişand ser rewşa zimanê kurdî û diyar kir ku li Tirkiyeyê di salakê de 70 hezar pirtûkên bi tirkî tên çapkirin, di sala 2025'an de tenê 386 pirtûkên kurdî hatine çapkirin û got: “Divê em vê hejmarê derxin 10 qatên wê.”
Konseya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999'an de 21'ê Reşemî wekî “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” qebûl kir. Ji sala 2000'an û vir ve her sal ev roj tê pîrozkirin. Ev biryar ji bo parastina zimanê cîhanê û parastina zimanên di bin talûkê de ne hatiye dayîn. Rojnameger Cemîl Oguz jî têkildarî rewşa zimanê kurdî ji bo Ajansa Welat axivî.
‘Di sala 2025'an de tenê 386 pirtûkên kurdî hatine çapkirin’
Cemîl Oguz diyar kir ku li Bakur û Tirkiyeyê rewşa kurdî di astekî nizm de ye û wiha axivî: “Îstatîstîk li holê ne. Li Tirkiyeyê di salekî de 70 hezar pirtûkên bi tirkî hatine çapkirin. Wekî din Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê jî bi mîlyonan pirtûkan çap dike, ev ne di nava 70 hezaran de ye jî. Em dibêjin li Tirkiyeyê nêzî 25 mîlyon kurd hene. Di sala 2025'an de tenê 386 pirtûkên kurdî hatine çapkirin. Li aliyek 70 hezar pirtûkên tirkî hatine çapkirin lê aliyên din jî tenê 386 pirtûkên kurdî hatine çap kirin. Divê em vê hejmarê 10 kat zêde bikin. Divê hiqûqnas pirtûkên hiqûqê, matematîkzan yên matematîkê, beşên din dîsa wisa, wekî din jî her kes li ser karê xwe pirtûkan çap bikin. Li Tirkiyeyê gelek companî hene li ser karên xwe, ji bo xwe kovaran çap dikin. Divê em jî wisa bikin.”
‘Divê her sazî di nava xwe de kurdî biaxive’
Oguz, Roja Zimanê Zikmakî bibîr xist û got: “Li cîhanê gelek gelên ku wekî me zimanê wan di bin talûkê de ne vê rojê pîroz dikin. Ji bo balê bikişînin ser zimanê xwe çalakiyan li dar dixin. Em jî çalakiyan li dar dixin. Lê ev ne bes in. Ne tenê ji bo rojekî em van tiştan bikin, divê em her roj van çalakiyan li dar bixin. Divê dikandarên welatê me bi her kesî re bi kurdî biaxivin. Dema em çûn sûkê, em çûn bazarê divê em her tiştî bi kurdî bipirsin. Mesela em bi kurdî bipirsin kîloya sêvan bi çi qasî ye. Dema me wisa kir paşê em dikarin bibêjin ‘ji bo ziman me karekî kir.’ Heke em tenê rojekî çalakiyan li dar bixin tu wateya wê rojê namîne. Divê her sazî di nava xwe de kurdî biaxive ku zimanê kurdî pêş bikeve.”
‘Divê em zimanê kurdî bigihînin zarokên xwe’
Rojnameger Oguz destnîşan kir ku tiştê herî girîng ew e ku ragihadina zimanê kurdî bi zarokan re ye û ev tişt anî ziman: “Pêşeroja me zarokên me ne. Hevşaredar, nivîskar, hunermend û her kes divê bifikire ku zarokên wan çiqas kurdî diaxivin? Divê em zimanê kurdî bigihînin zarokên xwe. Belê Wezareta Tirkiyeyê nehiştiye perwerdehiya kurdî çêbibe. Kurdî qedexe bûye lê kesî nehatiye nava mala we negotiye bu kurdî neaxivin. Divê her kes di nava mala xwe de bi kurdî biaxive. Divê em malên xwe bikin dibistanê kurdî. Li Ewropayê ji bo gelên ku zimanê wan di bin xetereyê de ne ji bo parastina zimanan peyman hene. Lê Tirkiyeyê ew peyman qebûl nakirine. Îro pêvajoyekî dimeşe, divê Tirkiye jî di serî de wê zagonê qebûl bike. Lê Tirkiye van tiştan qebûl bike an neke jî divê em bixebitin. Îro gelek şaredariyan Meclisa Ziman ava kirine. Divê ew meclis ji bo zagonan zorê li Tirkiyeyê bikin. Heke tu zorê nekî tu zagon neyê guherandin. Û zorê bikin ku di nava gel de axaftina kurdî pêş bikeve.”
Ji Ajansa Welat hatiye girtin
Vîdeoya nûçeyê...


