logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Pêşbaziya Apê Mûsa li benda berhemên we ye

Îsal 15'emîn car Pêşbaziya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad li dar dikeve. Roja serîlêdana dawî 5'ê rezberê ye.

  • Dîrok: 29/07/2008
  • Beş: Çapemenî

 


Stenbol
Ji bo bîranîna rojnameger Musa Anter û şehidên çapemeniya azad rojnameya Azadiya Welat û rojnameya Alternatif "15'emîn Pêşbaziya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad " li dar dixin. Serlêdanên ji bo pêşbaziyê wê heta 5'ê rezberê bên qebûlkirin. Xelat jî wê di 20'ê rezberê de li warê Musa Anter li Nisêbînê bêne dayîn.

15'emîn Pêşbaziya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad, wê îsal ji aliyê rojnameya Azadiya Welat ve bê lidarxistin. Pêşbazî dê di warê nûçeyên tirkî, kurdî, karîkatur û wêneyan bê lidarxistin. Kesên ku biwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê heta 5'ê rezberê berhemên xwe bişînin ber destê komîteya amadekar. Kesên bi ser bikevin jî dê roja 20'ê rezberê bi merasimeke xelatên xwe bigirin.
Di beşa nûçeyên kurdî de Kakşar Oremar, Reşad Sorgul, Semîha Alankuş, Adîl Zozanî û Ertuş Bozkurt; beşa nûçeyên tirkî de jî Aydin Çubukçu, Murat Çelîkkan, Fatîh Polat, Ahmet Tulgar, Huseyîn Aykol wekî endamên juriyê diyar kirine.
Di beşa wêneyan de Ramazan Ozturk, Gultekîn Tetîk, Îsa Çelîk, Çerkes Karadag, Zafer Tuzun û di beşa karîkaturan de jî Tan Oral, Gulay Batur, Ender Ozkahraman, Rewhat û Halîl Încesu di juriyê de cih digirin.


Şertên tevlîbûna pêşbaziyê:

- Zimanê pêşbaziyê bi tirkî û kurdî ye. Nûçe divê bi kurdî yan bi tirkî be. Her wiha karîkatur û wêne beşên din ên pêşbaziyê ne.

- Ji bilî beşên hatine diyarkirin, wê Xelata Taybet a Jurî ya Gurbetellî Ersoz bê dayîn.

- Ji bo her beşekê wê xelatek bê dayîn.

- Dema di beşên nûçe û wêne de nirxandin bêne kirin, ji bilî berhemên ku ji pêşbaziyê re rasterast hatine şandin, wê pêşniyarên lijneyên pêşdagirtinê yên ji bo lijneyên hilbijêr jî li berçav bêne girtin.

- Xelata ji bo beşên nûçe, wêne û karîkaturan 2 hezar YTL ye.

- Endamên lijneya hilbijêr, xebatkarên rojnameyên Azadiya Welat û Alternatîfê  nikaribin tevlî pêşbaziyê bibin.

- Berhemên tevlî pêşbaziyê bibin, divê nehatibin weşandin an jî piştî 20'ê rezbera 2007'an nehatibin weşandin.

- Divê berhem herî dereng heta 5'ê rezberê bên teslîmkirin.

- Her kesek dikare beşdarî beşek pêşbaziyê bibe.

- Divê berhemên di beşa nûçeyan de tevlî pêşbaziyê bibin wekî 7 sûretan bên şandin.

- Li goşeyên jêrîn ê aliyê çepê yê rûyê paşîn ê berhemên ku di beşên karîkatur û wêneyan de beşdar dibin, bi etîketek ku tê de navê berhemê (ji bo wêne cih û dem) heye bê danîn. Divê ebatên berheman herî kêm 18x24, rengîn an jî reş û spî be.

- Kesên xelatan heq bikin, wê di 15'ê rezberê bêne ragihandin.

- Xelat wê di 20'ê rezberê de bi merasîmê teslîmî xwediyên wan bêne kirin.

-  Berhemên ji bo pêşbaziyê bêne şandin, dê li xwediyên wan re neyên vegerandin û di rojnameyê de bên weşandin.

- Kesên beşdarî pêşbaziyê bibin divê kurtejiyana xwe tevî wêneyekê xwe jî bi berhemê re bişînin.

- Kesên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê berhemên xwe "nûçeyên bi tirkî", "Karîkatur " û "wêneyan" bişînin navnîşana, Apartmana Umutcan a Kolana Mîs ya Cadeya Îstîklal a Taxa Şehît Muhtar a Beyogluya Stenbolê No: 19 Daire: 4 Beyoğlu-İstanbul.
Berhemên ji bo "nûçeya kurdî" jî, wê ji navnîşana Huzurevleri 20. Sokak Ekin Apartmanı Zemin Kat No: 2 Diyarbakır re bêne şandin.

Yekemîn Pêşbaziya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad di sala 1993’yan de ji aliyê “Ozgur Gundem”, 94’an de “Ozgur Ulke”, 95’an de “Yenî Polîtîka”, 96’an de “Demokrasî”, 97 û 98’an de “Ulkede Gundem”, 99’an de “Ozgur Bakiş”, 2000’î de “2000’de Yenî Gundem”, 2001 û 2002’yan de “Yedîncî Gundem”, 2003’yan de “Yenîden Ozgur Gundem”, 2004, 2005 û 2006'an de jî ji aliyê “Ulkede Ozgur Gundem”, 2007'an de jî ji aliyê Gundemê ve hate dayîn.
Îsal jî rojnameya Alternatîf û Azadiya Welat bi hev re pêşbaziyê li dar dixin û xelatê bidin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Piştî DYA'yê Qraliyeta Yekbûyî jî hişyarî da

ad

Leyla Zana ji bo rêberên dinyayê nameyeke li ser Şengal û Rojava şand

ad

Wezîrê Iraqê Husên: Divê Tirkiye hemû operasyonên xwe yên li Iraqê rawestîne

ad

Helbestvan Arjen Arî hat bibîranîn

ad

Partiya Karkeran bi tena serê xwe bû desthilatdar

ad

'Îşe Yarar Bîr Şey' li benda we ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname