logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Konferansa Kurd ji bo Kobanî bang kir

Encamnameya 11'emîn Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropa, hat eşkerekirin. Di encamnameyê de bang li civaka navnetew

  • Dîrok: 12/12/2014
  • Beş: Nûçe

BRUKSEL

Encamnameya 11'emîn Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropa, hat eşkerekirin. Di encamnameyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku 1’ê Sermawezê wekî "Roja Cîhanê ya Kobanê" îlan bike û her wiha projeya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd amade kiriye jî esas bê girtin.

Konferans rojên 10-11'ê vê mehê li Parlamentoya Ewropayê lidar ket. Encamnameya konferansê îro hat eşkerekirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alimê olî Desmond Tûtû yê ji Afrîkaya Başûr û Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) Martîn Scultz bi nivîskî peyam şandine konferansê, ji Tirkiye, Ewropa û DYA rojnamevan, akademîsyen, siyasetmedar çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê girtine dest.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku endamtiya Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) wê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bandoreke erênî çêbike û wiha hat gotin: “Îhtîmal heye ku pêvajoya çareseriyê ya niha bi xitimandinekê re rû bi rû were.” Hat ragihandin ku konferansê diyar kiriye astengiyên di pêvajoyê çareseriyê de derdikevin holê dikare di demeke kurt de bên çareserkirin û aştî bê muzakerekirin.

‘DIVÊ PROJEYA OCALAN A MUZAKEREYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ ESAS BÊ GIRTIN’

Encamname wiha didome: “Pêwîstiya kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn bi muzakereyên rast ên di navbera Ocalan û Erdogan de bên meşandin heye.”

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku dema bikevin pêvajoya aştiyê divê beşên di rola şopandin û hêsankirinê de bikevin dewreyê û wiha hat xwestin ku ji bo vê yekê komîteyeke şopandinê bê sazkirin.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku divê şert û mercên Ocalan bên başkirin, ji bo vê jî bingeheke hiqûqî were amadekirin û wiha dewam kir, “Divê azadiya ku Ocalan ekîba xwe ava bike û bi rê ve bibe hebe.”

Dîsa hat hat gotin ku divê çareserî ji aliyê qanûn û destûra bingehîn ve bikeve garantiyê û hat diyarkirin ku Tirkiye bi Destûra Bingehîn a 12’ê Rezberê tê rêvebirin. Di encamnameyê de hat gotin ku divê ji bo her kes beşdarî pêvajoya demokratîk bibe efûyeke giştî bê îlankirin û hin daxwazên wisa ji  YE û DYA hatin kirin: "Pêwîst e YE û DYA bi rengekî zelal piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê diyar bike û ji bo muzakere encam bigirin pêwîst e PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin."

Hat destnîşankirin ku têkoşîna PKK’ê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, derxistiye holê ku divê li tevayî Ewropa dest ji polîtîkayên krîmînalîzekirina kurdan bê berdan.

MELEYA KOBANÎ

Di encamnameyê de Kobanî wekî sernaveke cuda hat destgirtin. Hat ragihandin ku pergala xweseriya demokratîk a li Rojava ava bûye ji bo Rojhilata Navîn alternatîfeke rast e û wiha hat gotin: “Ji pergala netewe dewletê wêdetir, pergaleke ku her beşên civakê temsîl dike hatiye avakirin.” Encamnameyê bal kişand ser rola jinan a di şoreşa Rojava de jî.    

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku Kobanî ji 15’ê rezberê ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide û di encama têkoşîna PKK’ê ya li hember DAIŞ’ê li Şengal û Kobanî tenê jiyana bi deh hezaran mirovan nehatiye rizgarkirin, pêşveçûna çeteyên DAIŞ’ê jî hatiye rawestandin.

Di encamnameya konferansê de hat diyarkirin ku berxwedana Kobanî û bi taybet berxwedana jinan ji bo cîhanê çavkaniya îlhamê ye û wiha hat gotin, “Piştevaniya bi gelê Kobanî re nehat qutkirin, li tevayî cîhanê belav dibe. Kurdên li Kobanî dizanin ku ne bi tenê ne. Lê belê pêwîstiya wan bi naskirina polîtîk û piştgiriyê heye.”

Konferansê da xuyakirin ku pêwîst e ambargoya li ser Rojava bê rakirin û alîkariya însanî bê kirin. Hat destnîşan kirin ku divê ji bo kampên êzîdî jî lê dijîn alîkarî bên kirin.

‘PÊWÎST E YE ALÎKARIYÊ BIDE KOMELEYÊN LI KOBANÎ’

Di encamnameya konferansê de hat diyarkirin ku pêwîst e YE bilez alîkariyê bide komeleyên li bajar û kantona Kobanî û wiha hat gotin, “Em dixwazin 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY tedbîran bigirin. Divê ji bo Kobanî bilez ji aliyê Tirkiyeyê ve korîdorek bê vekirin û pêdiviyên însanî û tenduristiyê werin bicihanîn.

‘BILA 1’Ê SERMAWEZÊ BIBE ROJA CÎHANÊ YA KOBANÎ’

Di encamnameyê de girîngiya ku pêwîst  e pergala kantonan a li Rojava bilez ji aliyê Sûriyeyê ve û li gor daxwaza gelên li van kantonan dijîn bê qebûlkirin, pêkanîna pêşniyara çareseriyê ya hejmar 2170 ya ji bo li hember DAIŞ’ê tedbîr bên girtin ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya NY ve hat qebûlkirin bişopîne.

Hat diyarkirin ku bi vî awayî wê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên di sînorî Tirkiye-Sûriyeyê re li hember Kobanî bên astengkirin.

Beşdarên konferansê, ji civaka navneteweyî xwest ku 1’ê Sermawezê wekî “Roja Cîhanê ya Kobanî” bê qebûlkirin.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Qevdek fîlm ji sînemaya ereban

ad

Bertolucci jî wefat kir

ad

Tûrîzm ji par jî xirabtir e

ad

Barzanî çi dibêje?!

ad

Pirtûkên Manî pêxember

ad

Halterê kurd Haşimî bû yekemînê cîhanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname