Wezîrê kulturê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Felekedîn Kakeyî daxwaz kir ku serokê berê yê Afrîqaya Başûr Nelson Mandela dawetî Herêma Kurdistanê bê kirin.
Di vî warî de rêvebirê çapemeniyê yê wezîrê kulturê Taman Şakir ji PUKmediayê re got: “Wezîrê Kulturê Felekedîn Kakeyî bi mesajeke nivîskî, daxwaz ji serokê hikûmeta Herêmê kiriye ku bi riya hikûmeta Herêmê ve serokê Afrîqaya Başûr Mandela dawetî Herêma Kurdistanê bê kirin.”
Şakir her wiha anî ziman ku di serdana şandeya Wezareta Kulturê ya Herêmê bo Parîsê de, şandeyê bi serokê Enstîtuya Kurd ya li Parîsê Kendal Nezan re civiyaye û got: “Nezan gotiye, Mandela hezkirina xwe ji bo gelê Kurdistanê nîşan daye û dixwaze serdana Herêma Kurdistanê bike bo ku ji nêz ve xelkê Kurdistanê bibîne.”
Ji Pukmediayê hatiye girtin


