Diyarname
Belgefîlmên derhêner Huseyîn Karabey vê mehê li Rengahengê derdikevin pêşberî temaşevanan.
Derhêner Huseyîn Karabey ku wekî derhênerê ku belgefîlm û fîlmên li ser civakê dikişîne tê nasîn, niha amadehî dike ku fîlmê xwe yê nû “Gîtmek” (Çûyîn) di 14’ê sermawezê de bike vîzyonê. Karabey ji bilî vê vê mehê bi belgefîlmên xwe jî di rojevê de ye.
Belgefîlmên Huseyîn Karabey ên bi navê “Sessiz Olum”, “Boran”, “Yoldan Çıktık - Bir Duş, Bir Mektup, Bir Yolculuk”, “Pina Bausch'la Bir Nefes” dê bêne nîşandayîn.
Navenda Rengaheng a Hunerê di çarçoveya bernameya “Belgefîlmek û Derhênerek” de di meha sermawezê de her şemiyê dê belgefîlmekî Karabey nîşan bide. Saeta nîşandayînê jî 16.00 e.
Vane navên belgefîlman û dîroka nîşandayînê:
- 1 sermawez 2008
Sessiz Olum (Mirina bêdeng)
- 8 sermawez 2008
Boran
- 15 sermawez 2008
Yoldan Çiktik - Bir Duş, Bir Mektup, Bir Yolculuk (Em ji rê derketin, xeyalet, nameyek, rêwîtiyek)
- 22 serkawez 2008
Pina Bausch'la Bir Nefes (Tevî Pina Bausch nefesek)
Navnîşan:
Rengahenk Sanatevi
Îstiklal Caddesi Olivio han geçidi Sokak Olivio Han Kat:2 No: 5 Galatasaray
Beyoglu - İstanbul


