ENQERE
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş gaveke dîrokî avêt û civîna Koma Meclisê bi 5 deqîqeyan bi sînor kir. Demîrtaş ku ket salonê pêşî dest da hemû mêvanan û xêrhatin li wan kir, dûre ji bo axaftinê derket ser dikê.
Di civîna ku endamên rêxistinên HDP'ê yên Derya Reş jî amade bûn de, axivî, got ku bi kulîlkên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine vê civîna komê ya partiya me, ev civîn watedar bûye. Demîrtaş got ku ew ê li Navenda Giştî ya HDP’ê bi rêxistinên Derya Reş ve civînê li dar bixin û wiha dom kir: “Ez tenê ji bo ku gotinekî bikim derketim vir. Me soza xwe ya ji bo demokrasî, aştî û azadiyê ku daye gelê xwe liv ir dubare dikin, ji bo vê ez niha derketim vir. Em ne tevgerekî bazarê ne. Tu caran û tu caran di navbera me û AKP’ê de hevkarî û bazariyeke qirêj nebû û dê nebe jî.”
Demîrtaş diyar kir ku tiştên ku ew bînin ziman zêde ne û wiha dirêj kir: “Lê sedema derketina min a kursiyê tenê hevokek e. Heta ku HDP hebe û HDP’î li ser vê axê hebin tu dê nekaribî bibî serokdewlet. Birêz Recep Tayyîp Erdogan, em ê nehêlin tu bibî serokdewlet, em ê nehêlin tu bibî serokdewlet, em ê nehêlin tu bibî serokdewlet.”
Li ser vê gotinê mêvanên li salonên bi çepikan axaftina wî birî.
Demîrtaş got ku ev civîna dawî ya komê ye û dê êdî li qadan bin. Piştî civînê Demîrtaş, rêveberên HDP'ê û endamên rêxistinên HDP'ê yên Behra Reş derbasî navenda giştî ya HDP'ê bûn. Li wir dê li ser rewşa dawî û hilbijartina îsal biaxivin.
Ji bo axaftina Demîrtaş a îro:
VÎDYO


