Diyarname
Metropollê ankete nû çêkir û pirsî: "Îro hilbijartin çêbe hûnê dengê xwe bikin kîjan partiyê?" Derket holê ku dê encam wekî roja 7'ê pûşperê derkeve holê. Şîrketê encama HDP'ê ji CHP'ê çend pûan deng girtine jî eşkere kir.
7'ê vê mehê li Tirkiyeyê hilbijartin çêbû lê nediyar e dê kîjan partî ligel hev koalîsyonê çêbikin. Li ser vê yekê qala hilbijartina pêşwext (ku çêbe payîzê dê çêbe) tê kirin. Di rewşeke wisa de şîrketa anketan Metropollê anketek nû çêkir û encamên wê îro di Hurriyetê de hatin weşandin.
Serokê Şîrketa Metropollê* Ozer Sencar ji bo Ahmet Hakan axiviye û wisa gotiye: "Îro hilbijartin çêbe zêde dê encam neguhere. Li gor anketa me sedî 41,6 AKP, sedî 25,1 CHP, sedî 16,2 MHP û sedî 12,9 HDP derket. Ev anket ji bo vê vê nîşan dide: Gel xwedî li dengên xwe yên ku 7'ê mehê dane derdikeve."
Sencar dibêje yên ku di hevdîtinên çêkirina koalîsyonê de pozîtîf tevnegeren dê zirar bikin û ji bo dengên ku HDP'ê di hilbijartinê de girtine jî van tiştan dibêje: "HDP'ê bi dengên kurdan bendav derbas kir. Hilbijêrên kurd ên ku berê dengên xwe dabûn AKP'ê ji wan 3 pûan û nîv ji bo HDP'ê hat. Pûan û nîv ji CHP, pûan û nîv jî HDP'ê ji hilbijêrên nû û ji hilbijêrên ku hilbijartina berê de neçûbûn cem sindopê deng girt."
*Metropollê berî hilbjartinê texmînek çawa kiribû? Vaye texmîna Metropollê û şîrketên din:
- Kîjan şîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi?


