Diyarname
Kovarek bi navê "Heterotopîa" ku bi diruşma "Tenê edebiyat" dest bi weşanê kiriye ji niha û pêde dê sê mehan carekê derkeve.
Kovar dê çîrok, werger û nivîsên rexneyî biweşîne. Ji bo navê kovarê ji ser têgeha Foucaoult derketin rê û "Heterotopîa" lê kirine. Edîtoriya kovarê li ser vê yekê wisa dibêje: "Foucaoult: 'Li dijî utopîayên sixte ku aîdîtiya wan bi rasteqîniyê ve tune nin: îdeal, yek tîp û homojen in; heterotopîa, cihên di nav çand û kelepora me de nin. Heterotopîa, xwedî alternatîfên bê ser û bê bin in. Di cihên heterotopîk de hemû şiklê jiyan, mekan û rêxistinan bêyî ku hev du cihê bikin hem-wext pevrebûnê pêş derdixin.' Li dijî homojeniya utopîa, heterojeniya(tevlihevî) heterotopîa pêş derdikeve. Dîsa Foucaoult: 'Utopîa, dilxweşkirinekê dide mirovan: teqez ne li cihên rasteqîn in lê jiyan û dinyayek fantastik, bê serêşî û gengeşî; bajar û baxçeyên bihuştî, jiyaneke rehet li ber lingên mirovan radixe. Heterotopîa, berovajî utopîa tevliheviyê dihebîne. Heterotopîa; rê û rêbazên li ber peyv û hevokan hildiweşîne, hevokên helbestî û orîjînal diparêze.' Di derdora vê têgeha bingehîn em çend xortên ku qibleya wan edebiyat e civiyan ser hev, me hemûyan mejîdankên xwe vekirin û em ji xwe re li cihekî geriyan. Di wê kêliyê de dengek hat ji goristanan û pirtûkxaneyan: Heterotopîaaa…"
Amadekarên kovarê dibêjin derdê wan tenê edebiyat e, edebiyateke ji tu şexs, sazî û ramanî re xizmetê nake: tenê edebiyat, edebiyat, edebiyat…


