ENQERE
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk ji bo şaredarên xwe got: Niha êdî dema xizmetê ye. Dora xebatê ya me ye. Van hilbijartinan derxistiye holê ku bêyî DTP û bêyî kurdan çareserî çênabe.
DTP'ê bi beşdariya hemû şaredarên xwe li Enqereyê civîneke li dar xist. Di civîna ku li Otela GAP'ê li dar ket de parlementer, endamên LRN'ê, meclisên ciwan û jinan jî amade bûn.
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk axaftina destpêkê ya civînê kir û diyar kir ku di encama hilbijartinan de encamên girîng ji bo Tirkiyeyê û partiya wan derketine holê.
Turk got ku wan hejmara şaredariyên xwe derxistiye nêzîk sedê û wiha berdewam kir: "Partiya me di endamên meclisên şaredariyê de jî heman serkeftin bi dest ketiye. Şaredarên me dê di xizmeta gelê me de bin. Gel piştgirî daye DTP'ê. Divê şaredarên me jî ji bo gel xizmetê bikin. Em hemû dizanin, CHP'ê demekê tevahiya şaredariyan hildida. Lê ji ber binketina di rêveberiyên herêmî de gelek derfet winda kirin. Niha divê şaredariyên me pir bixebitin. Em xizmetê nedin dê encama me jî bibe wekî ya CHP'ê. Şaredariyên me divê ne tenê di nav sînorên şaredariyê de, divê li gundan jî xizmet bê kirin."
Hevserokê DTP'ê Turk da xwest şaredarî bi hev re di nav kordîneyî de bin, bi vî awayî xebatê bimeşînin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Bi vê kordîneyê şaredariyên mezin ku derfetên wan hene divê piştgiriyê bidin şaredariyên din. Şaredariyên Amed, Êlih û Wanê dikarin li ser piyên xwe bisekinin û divê ew alîkariyê bidin şaredariyên derdorê. Ji şaredariyên me Sêrt cihek mezin e lê dîsa jî divê piştgirî ji bo Sêrtê bê kirin."
Turk da zanîn ku gel piştgirî daye nasnameya kurd û axaftina xwe bi vî awayî dom kir: "DTP'ê li ser xebata nasnameya gelê kurd xebata xwe kir. Gel xwedî li vê derket. Em spasiya gel dikin. Di encama hilbijartinan de raya giştî ya navneteweyî jî girîngiya DTP'ê ya ji bo çareseriyê fêm kir. Di çareseriya pirsgirêka kurd de êdî ne mimkûna DTP neyê dîtin.
Her wiha Turk got ku ji bo ev serketina wan mezintir bibe ew dê girîngiyê bidin xizmetê û got: "Niha dema xizmetê ye."


