Lîstikvana navdar a amerîkhi Halle Berry di 41 saliya xwe de zarokek anî dinê û gihîşt miraza xwe.
Lîstikvana xwediya Oscarê Halle Berry keçikek anî dinê. Berry ku 41 salî got ku bavê keçikê manken Gabriel Aubry yê 32 salî ye.
Kovar People li ser Berry nûçeyeke weşand lê ranegihand ku navê zarokê çi ye û niha li ku derê ye.
Berry bi Eric Benet re sê salan zewicî mabû û di sala 2003'yan de dev ji hev berdabûn.


