Diyarname
Seroka Giştî ya Komeleya Piştgiriya Jiyana Hemdem (ÇYDD) Turkan Saylan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Saylan ku li Enstîtuya Onkolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê li ser nexweşiya qansêrê dihat dermankirin vê sibê saet 05.20'an de jiyana xwe ji dest da.
Ji ber ew nedikarî razê û ji vê yekê aciz bûm dermanên razanê dabûnê û wisa radiza, her wiha ji ber ku nirxên xwînê pêre hindik bû dest ji kemoterapiyê berdabûn.
Li ser mirina Saylan dixtorê wê wisa got: "Heta 24 saetên dawî Saylan hişyar bû. Roja şemiyê bestenî xwar, av vexwar. Bi awayekî zane bersiva pirsên me dida. Hişê wê heta 24 saetên dawî vekirî bû. Peyama wê ev bû; 'Her tiştê ket ser milê min, min anî cih, ji bo mirinê ez amade me.'
Turkan Saylan kîye?
ew di 13'yê berfanbara 1935'an de li Stenbolê hatiye dinê. Di 1957'an de zewiciye. Di sala 1963'yan de Zanîngeha Tibê ya Stenbolê kuta kiriye, dixtorî kiriye, 1977'an de bûye profesor
Saylan 1976'an de Komeleya Têkoşîna bi Cuzamê re ava kiriye. Xelata Gandhi ya Navneteweyî (1986), "Xelata Aştiya Civakî" (Bariş Radyo), "Xelata Piştgiriya Mafên Mirovan, Demakrosî û Aştiyê" jî têde heta niha wê gelek xelat girtine.
Saylen tevî komek rewşenbîrên Ataturkparêz di sala 1989'an de ji bo parastina zagonên şoreşê û parastina pergala laîkî ÇYDD ava kir.
Wê di nav Mîtîngên Komarê de cih girt. Lê di heman demê de li ser fikra "ne derbe, ne şerîet" bû.
Herî dawî di çarçoveya Operasyona li Dijî Ergenekonê de li mala wî û li şaxên ÇYDD'ê jî lêgerîn pêk hatibû. Wekî sedem jî hatibû îdîakirin ku komele bûrsê dide xwendekarên cudaxwaz ên kurd.


