Diyarname
Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini û û Endamê Komîsyona ji Berfirehbûnê û Têkiliyên Cîraniyê yê YE'yê Johannes Hahn li ser binçavkirina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli daxuyaniyeke hevbeş weşandin û binçavkirina wan wekî "xeberek gelek bi tirs" nirxand.
Di daxuyaniyê de wisa gotin: "Li ser binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin em agahiyên gelek tirsnak dibînin. Di 15 mehên dawî de li rojhilatê Tirkiyeyê qet şîdet ranewestiya. PKK di nav lîsteya terorê ya YE'yê de ye jî û YE wê ji bo ewlehiya Tirkiyeyê wekî tehdîdek cidî dibîne. Lê di heman demê de Tirkiye her gavê ku biavêje divê li gor hiq^Fuqa welatên endamên YE'yê tevbigere, li gor pêvajoya darazê û mafên bingehîn tevbigere."
Her du rayedaran ji bo çareseriya siyasî banga xwe dubare kirin, bal kişandin ser danîna çekan, çêkirina diyalogek li kesên hatine hilbijartin û diyar kirin ku tekane rê çareseriya siyasî ye.
**
Nûçeyên Elqedar:
- Nahêlin parêzer jî li dosyaya Kişanak û Anli binêrin
- Polîsan êrîşê wekîlan jî kir
- Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli hatin binçavkirin kirin


