Diyarname
Pirtûkxaneya herî mezin a dinyayê li paytexta Îranê Tehranê hat vekirin. Pirtûkxaneya ku navê "Bexçeya Pirtûkan a Tehranê" lê kirine li ser erdek 65 hezar metreçarqorzî hatiye çêkirin. Di nav vê avahiya mezin de ligel pirtûkxaneyê salonên sînemayê, navenda zanistê, dersxane, cihê pêşangehan, restoran û odeyên lîstikan hene.
Di sala 2004'an de dest bi çêkirina pirtûkxaneyê hatibû kirin û par avakirina wê tema bû.
Di "Bexçeya Pirtûkan a Tehranê" de di bin ji 40 hezarî zêdetir sernavî de beş hene.
Heta niha pênaseya Pirtûkxaneya Herî Mezin a Dinyayê di destê "Barnes&Noble" ya li New Yorka DYA'yê de bû.


