Diyarname
Festîvala Fîlman Navneteweyî ya Antalyayê gavek nû avêt: Beşa Pêşbaziya Fîlmên Neteweyî rakir, tenê dê Pêşbaziya Fîlmên Navneteweyî hebe.
Pirsa festîvala beşa Pêşbaziya Neteweyî nebe dê bi kêrî çi bê derket holê. Festîvala ku Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê li dar dixe sal 54'emîn car li dar dikeve. Şaredarê ji AKP'ê Menderes Turel îro komîteya festîvalê da nasîn û qala naveroka festîvalê kir.
Wî da zanîn ku beşa Pêşbaziya Neteweyî rakirine. Beşên wekî "Zarok" û "Fîlm û Xwarin" lê zêde kirine. Festîval îsla di navbera 21-27'ê kewçêrê de li dar dikeve.
Salên borî jî her li ser Festîvala Antalyayê nîqaş û rexne çêbûbûn.


