Diyarname
Forûma Civakî ya Mezopotamyayê di navbera 25-29'ê mehê de li Amedê deriyên xwe vedike. Di forûmê de gelek aktîvîstên forûma civakî dê amade bin. Beşdar 30'ê mehê dê biçin serdana Heskîfê.
Forûma Civakî ya Ewropayê (FCE) civîna xwe rojên 25-26'ê mehê li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a li Kayapinara Amedê li dar dixe. Di civinê de dê li ser amadehiyên FCE'yê ya 2010'an a ku dê li Stenbolê pêk bê axaftin bên kirin. Piştî ku FCE bi dawî bibe dê beşdar bi meşeke dest bi Forûma Civakî ya Mezopotamyayê (FCM) bikin. Meş dê li ber Navenda Çanda Cegerxwîn dest pê bike û heta Sumerparkê ku forûm li wir li dar dikeve bidome.
Li Sumerparkê dê konsera destpêka forûmê li dar bikeve lê berî konserê Hatip Dicle, Emine Ozbek (Endama Dayikên Aştiyê), Raffaella Bolini (Ji Konseya Forûma Civanî ya Dinyayê) axaftinê bikin.
Di FCM'yê de ji tevgera ciwanan a Dinyayê û Mezopotamyayê bigire heta pirsgirêkên avê û enerjiyê, mafê xwedîlêbûna malekê gelek mijar dê bêne nîqaşkirin.
Amadekarên forûmê li bendê de ku mebûsên DTP'ê Emine Ayna, Akin Birdal, Sebahat Tuncel, Mebûsê Serbixwe yê Stenbolê Ufuk Uras, Serokê KESK'ê Sami Evren, Serbalyozgerê Komara Bolîvara Venezuellayê yê Stenbolê Jose Grigorio Bracho Reyes, parêzer û parastvanê mafên mirovan ê ji Arjantînê Eduardo Suarez û nûnerê Eniya Rizgariya Gelê Filistînê beşdarî forûmê bibin.
Di çarçoveya FCM'ê de dê Kampa Enternasyonal jî li dar bikeve.


