Diyarname
Hunermend Rojda divê roja 17'ê vê mehê li Navenda Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmeceya Stenbolê konser bida. Lê Şaredariya ku di destê CHP'ê de ye konser betal kir.
Li ser betalkirina konserê hunermend Rojda Şenses peyamek belav kir û got, "Ev du meh bûn me xwe amade kiribû. Salona ku cihê 4500 kesî ye bilêtên konsera me hatibûn firotin lê Şaredariya Kuçukçekmeceyê bi awayekî kêfî konsera me betal kir. Berê me ligel şaredarî Peyman girê dabû, kirêya salonê hatibû dayîn û di hevdîtina ligel îdareya mulkî de tu pirsgirêk nehatibû ditin jî Şaredarî konsera me betal kir; ev qedexeya kêfî raste rast bêtehamuliya li hemberî çand û hunera kurdî ye. Li hemberî vê zihniyeta qedexekar ligel gelê me emê li her derê ya baştir û xweşiktir bikin."
Hunermend Rojda Şenses li Esenyurta Stenbolê konser dabû; di girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de ev konsera Rojda Şenses jî ji Ozer hatibû pirsin.


