Diyarname
Piştî wefata Mam Celal peyam hatin weşandin, biryara şîna 7 rojan hat dayîn.
7 roj şîn hat danîn
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li ser wefata Mam Celal ji bo 7 rojan şîn danî. Barzanî di peyama weşand de got: "Ji nav me barkirina rêberekî wekî Celal Talabanî ji bo gelê me windayiyek mezin e û cihê wî bi hêsanî dê neyê dagirtin."
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm jî piştî wefatê alên li bajarên daxistin nîvî.
Turk: Wî ji bo pêşeroja kurdan xizmetek mezin kir
Siyasatmedarê kurd û Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywirê hat girtin li ser wefata Rêberê YNK'ê Celal Talabanî sersaxî weşand û got: "35 sal in hevnasî ma hebû. Îro ji bo kurdan rojek bi êş e. Di dîroka Kurdistanê de cihê Talabanî cuda bû. Bi baweriya xwe ya ji bo demokrasiyê ew şexsiyetekî bi rûmet bû. Ji bo pêşeroja kurdan gelek xizmet kir. Gere em yekîtiya xwe saz bikin, ev yek xeyala Mam Celal bû."
HDP û DBP'ê peyama sersaxî weşand
HDP û DBP'ê li ser wefatê daxuyaniya nivîskî weşand. HDP'ê got ku di dema ku gelê kurd têre derbas dibe de wî demek mezin da, ji bo gelan wekî mîrate têkoşîn hişt, tunebûna wî ji bo gelê herêmê dê bibe kêmasiyeke mezin.
Li Koysancaxê dê bê definkirin
Di serî de li Kerkûk, Hewlêr û Duhokê li gelek cihan gel hat ba hev, mûm pêxistin û şîn danîn.
Hat gotin ku cenazeyê Mam Celal dê li Koysancaxê bê definkirin, lê li ser bernameya şînê hê daxuyanî nehat dayîn.
**
Nûçeya eleqedar:


