logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

'Mijara herî mezin a komarê em li vir diaxivin'

Axaftina Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk a li meclisê ya di dema nîqaşa li ser pirsgirêka kurd de:

  • Dîrok: 14/11/2009
  • Beş: Nûçe

Axaftina Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk a li meclisê ya di dema nîqaşa li ser pirsgirêka kurd de:

- Îro em hene, sibê em dê nebin. Lê gelên me dê tim hebin. Ji bo ku gelê me, me bi rêzdarî bi bîr bînin werin da vê pirsgirêkê çareser bikin.
Guman pê re nîn e ku ev pirsgirêk, pirsgirêka herî giran, girîng, herî zêde jandayî û bûye sedemê windayiyan a Tirkiyeyê ye. Ji ber hindê em pirsgirêka herî dramatîk û her wiha herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd diaxivin.
Rastiya pirsgirêka kurd û şerê ku di encama vê pirsgirêkê de derketiye holê tim şaş hatiye nirxandin. Ev şaşî bi beşeke girîng a civakê jî dane qebûlkirin. Bi navê 'têkoşîna bi terorê re' raya giştî hatiye xapandin û bi vê yekê şerekî nepenî hatiye meşandin. Hiqûqa OHAl û rêveberiya zordestiyê wekî hincet hate nîşandan û qetilkirinên faîlên wan nediyar, îşkence, înfaz, di bin çavan de windakirin, şewitandina gundan, binçavkirinên neheq û girtin hatin veşartin.

-Serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê rast ne hatin nirxandin. Ji bo ku pergala têkçûyî ji nû ve bê sazkirin qetlîam û zordeyeke ku nayê lêvkirin pêk hat. Gelo bi vê rêbazê pirsgirêk çareser bû?

-(Turk bêyî ku nav bide bal kişand ser gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen)
Yên ku îro jî vê hişmendiyê diparêzin hene. Divê ev yek bi zelalî bê dîtin. Ev hişmendî dê êdî nikaribe heman êş û janan bi gelê me bide jiyîn. Yên ku polîtîkayên înkar û îmhayê pêşniyarî hikûmetê dikin dê hesaba vê yekê bidin gel.
Turk bi bîr xist kanê çemê Mûnzurê çawa xwîn herikî û tehrîba vê yekê ya di jêrhişa gel de anî ziman.

- Yek derkeve bêje li ser rûyê dinyayê zimanekî bi navê tirkî nîn e, hûnê çi bikin? Heke hûn li hemberî vê neheqiyê dernekevin gelo hûnê rûmeta xwe bikaribin biparêzin? Bawerim, ev fikr jî ji bo hêrsbûna hinan ji we têr dike. Belê em vê trajediyê bi salan e dijîn.

- Ez di wê baweriyê de me heke em bi awayekî rast hevrû paşroja xwe nebin, em ê di pêşerojê de baweriyê bi hev neyînin.
- Xwe îfadekirina nasname, ziman welat parçe nake. Berovajî vê yekê dê yekgirtinê xurt bike. Divê tu kes cudahiya nasnameyan wekî bingehê parçebûnê nebîne û wisa nîşan nede.

- Hişmendiya siyasî ya ku mafê perwerdehiya zikmakî wekî parçebûna welat dinirxîne, mimkûn e ku bêje me dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê berda ye? Hikûmet divê xwe zelal bike û cidî nêzî vê pirsgirêkê bibe. Em dibêjin êdî bes e. Em êdî helwestên ku vê nakokiyê deralî dikin dixwazin bibînin.

- Baweriya me bi vê yekê heye: Heke helwesteke cidî ya ji bo çareseriyê bê nîşandan, çek dê di nava 3 mehan de ji rojeva Tirkiyeyê derbikevin. Di vê pirsgirêkê de dibe ku yên kezeba wan neşewitî, tiştek li wan nebûyî rehet tevbigerin! Lê mafê tu kesî nîn e ku pirtir êş û janan bi me bidin jiyîn. Ji niha şûnde ev mafê tu kesî nabe.

- Ji bo çareseriyeke demokratîk pêk bê, pêşniyara me ew e ku ji nûnerên partiyên di parlamentoyê de temsîliyeta wan heye komîsyonek bê avakirin... Komîsyona ku dê bê avakirin bila dîroka hatiye berovajîkirin sererast bike û rastiyan derbixe holê. Heqîqetan vekole û li kû çi xeletî hatiye kirin derbixe holê. Komîsyona ku dê bê avakirin bila danûstandina wan a bi rewşenbîran û re jî hebe."
-  Baweriya me ya ji bo aştiyê heye. Bi saya mafdarî û meşrûbûna xwe em ê serkeftî bin. Banga me ji bo muxalefet û îktîdarê ew e ku bi cisaret nêzî vê pirsgirêkê bibin û dest ji polîtîkayên xapandinê berdin. Li hemberî dîrokê cîhgirtineke bi rûmet ji bo her siyasetmedarî nabe qismet. Werin em tev vê rûmetê parvebikin û ji bo zarokên xwe pêşerojeke aram û aştiyane diyarî bikin. Îro em hene, sibê em ê nebin. Lê gelên me dê tin hebin. Em ê yan bi minet yan jî bi lanetê bêne bibîranîn. Werin em tev berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Van pirsgirêkan çareser bikin ku nifşên pêş me bi rêzdarî bi bîr bînin.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kişanak, Anli û Ata hatin tewqîfkirin (hat nûkirin)

ad

Sezen Aksu vê carê pirtûk derxist

ad

A bî endamey Akademî

ad

Kişanak çû serdana Ezer û agahiyên dawîn dan

ad

Li Çinarê KURDÎ-DER vebû

ad

LaWje tê Stenbolê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname