Diyarname
Tîma Amed Spor îro li Kastamonu bû û di maça ligel Kastamonu SPorê de bi temamî 5 gol xwarin. Amed Spor ku bi 5-0 destvala vegeriya mala xwe heta niha têkçûneke wisa nedîtibû.
Amed Spor wekî salên borî îsal jî bi parolaya şampiyoniyê dest bi maçên Koma Sor a Lîga 2'yemîn kir. Di hefteya yekemîn de Amed Sporê di deplasmanê de 7-0 Mersin têk biribû û hêvî ew bû ku Amed Spor îsal bi vê heyecan û serketinê maçên xwe bidomîne lê nebû. Her ku çû rewşa Amed Sporê xirabtir bû. Li ser vê yekê sê hefte berê Teknîk Dîrektor Taner Aşkin îstîfa kir, ev du hefteye Ahmet Akcan Amed Sporê bi rê ve dibe, lê çare çênebû. Hefteya çûyî Amed Spor li mala xwe 1-1 mabû, vê hefteyê jî tam 5 gol xwarin.
Golên Kastamonu Sporê Muhammet Haşim Çoban (dq 9), Youssef Yeşilmen (dq 22), Ali Kucik (dq 66), Ferit Erişçi (dq 75) û Tayyip Kanarya (dq 88) avêtin. Bi vê encamê di dawiya hefteyê de Kastamonu bi 22 pûanan di rêza 8'an, Amed Spor bi 16 pûanan di rêza 11'an de cih girtin. Yekemînê lîgê Hatayspor di 34 pûanan de ye.