CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBÇE / ROJNEWS
Wênegirê helebceyî Dilawer Bamokî îro li Bîrdariya Helebçe bi pêşengiya Waliyê Helebçe û beşdarbûna nûnerên partiyan, rêxistin û hikumetê pêşangeheke taybet a wêneyên mexdûrên erdheja rojhilatê Kurdistanê vekir.
Bamokî li ser pêşangehê wisa got: "Armanca min a vekirina vê pêşangehê peyama Helebçeya kîmyebaranê ji bo mexdûrên erdheja rojhilatê Kurdistanê ye. Tevî krîza aborî û siyasî ya dijwar jî gelê me ji bo mexdûrên erdhejê dest bi komkirina alîkariyê kir. Min jî wekî erkek ev pêşangeh vekir. Min serdana cihên erdhej lê çêbûye kir û wêneyên êşên mexdûrên erdhejê girt. Îro jî min di vê pêşangehê de nîşan da."
Wênegir Dilawer Bamokî diyar kir ku wêneyên wî der barê jiyana welatiyan a dijwar a piştî erdhejê ye û wiha axivî; "Dema ku mirov temaşeyî wêneyên hatine girtin bike, zarok li bin konan in û tiştekî wan ê xwe pê germ bikin nîn e. Hê alîkarî negihaye wan. Bi daran xwe germ dikin. Jinek ji ber nebûna şîr petat xistine nava agir, ji bo dema bipije bide zaroka xwe û bi vî rengî têr bike."
Bamokî di dawî de wisa got; "Gelê kurd li her parçeyê Kurdistanê dema bûyerên bi êş de pişta hev girtîne û niha jî hev ji bîr nekirin û hevkariya hev kirin. Ev pêşangeha min a wêneyan jî dikare dengê mexdûrên gelê Rojhilatê Kurdistanê bigihîne cîhanê."