logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Li Katalonyayê dema lihevkirinê ye

Her gav ne mimkûn e mirov terciha hilbijêran bi hêsanî fêm bike. Yek ji serketinên vê hilbijartinê Serokê Rêveberiya Xwe

  • Dîrok: 24/12/2017
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Barbara Wesel*

Her gav ne mimkûn e mirov terciha hilbijêran bi hêsanî fêm bike. Yek ji serketinên vê hilbijartinê Serokê Rêveberiya Xweser ê Katalonyayê yê berê Carles Puigdemont e. Yanê kesê bû sedema pevçûna Barselona û hikumeta navendî Madrîdê û di dawiyê de ji destê dadgehê reviya Belçîkayê. Şirîkên koalîsyona wî ku rêber in niha girtî ne, ew ji bo Puigdemontê dibêjin tirsonek. Ligel vê yekê jî katalanan ji bo bi heman awayî mesele bidome deng dan.

Katalonya ji girtîgehê yan ji sirgûnê dê bê bi rê ve birin?
Puigdemont bi coş bi gotina "Li Komara Katalonyayê serketina demokrasiyê" hilbijartin bi nav kir lê ligel vê coşê jî ji bo ji nav vê tevliheviyê derê ev yek nikare bibe hêvî. Her wiha Madrîd dê destûrê bide ew vegere Spanyayê û şirîkên koalîsyonê dê dîsa piştgiriya wî bikin? Partiya duyemîn ku alîgirê serxwebûnê bû niha hê nermtir e û wisa dixuye ku ji bo diyalogê amade ye. Lê em nikarin bibêjin di navbera rêberên her du partiyan de hevhezkirinek mezin heye.

A rast Puigdemont ne siyasetmedarekî ye, ew mirovekî ye ku li ser rêya baweriyên xwe şer dike. Tu demê ji bilî serxwebûnê du hedef neda ber xwe. Polîtîkayên civakî, rewşa dibistanan yan jî pergala tenduristiyê qet bala wî nekişandin. Katalan ji ber helwesten wî yên lehengiyê ji wî hez dikin, lê pêdiviya katalanan bi serokê hikumetek ku herêmê ji nû ve bikişîne nav aramiyê heye.

Gelo alîgerên serxwebûnê niha dê destûrê bidin mebûsekî ku hikumetê ava bike? J iber ku yek ji rêberên wan girtî ye, yê din li sirgûnê ye. Baş e ger kesekî wisa bê dîtin dê hedefa wan a hevpar çi be? Ji bo bi yekalî ragihandina serxwebûnê ne li Katalonyayê giraniyeke mezin hene, ne jî ji Spanyayê yan li Ewropayê piştgiriyeke ku ji bo wan bê... Baş e mirovên ku bi bilez hêrsbûnê navdar in amade ne ku rêyeke sêyemîn bibînin?

Mezinbûna partiya navendî ya nû
Li Katalonyayê serketiyeke hilbijartinê ya din jî Ines Arrimadas e. Rêbera ciwan a enerjîk ya partiya Lîberal. Zimanê agresîf ê alîgirên serxwebûnê jî nekarîn wê rawestînin. Eniya ku katalanên çîna navîn saz kirin ew xelat kirin û ew kirin partiya herî xurt a herêmê.
Arrimadas bang li fikra gelê herêmê dike, ew hedefa serxwebûnê wekî tiştek şaş dibîne û bi taybetî aboriyê derdixe pêş. Lê ew jî ji şirîkê xwe yê koalîsyonê bêpar e. Ji hilbijartinê çepgir lawaz derketinpartiya mihafazakar PP ya Mariano Rajoy bi temamî têk çû. Wekî partiya xurt mafê Lîberalan heye ku hikumetê ava bikin lê di rastiyê de tu siûda wan nîn e.

Serdema Rajoy bi dawî bû?
Bêşik ev hilbijartina pêşwext di rewşek azad û demokratîk de hat lidarxistin. Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy bi rewşek qet nedixwest re rû bi rû ye. Wî ji serî de qeyrana li welat şaş nirxand û ne di pêşbîniyên xwe yên siyasî de bi ser ket, ne jî karî pêşniyarên aqilane pêşkêş bike. Hê jî bi inyad rewşa xwe didomîne û pirsgirêka serxwebûnê jî dike bi ser dadgehê re çareser bike, lê ev yek dibe ku dawî li serdema wî ya siyasî bîne. Lewra li eniya lîberalan a navendî dê hin bi wî re reqabetê bikin. Barê skandalan ne li ser pişta partiya lîberal a ciwan e û rûpeleke nû pêşniyar dike. Piştî têkçûna li Katalonyayê wisa dixuye ku hindik rojên Rajoy mane.

Encamek ku nedihat xwestin
Demokrasî dikare encamên ku tu kesî dilşad nekin jî bi xwe re bîne. Ev yek her çiqas ji bo alîgirên serxwebûnê ku mezin diaxiviyan lê rastî nedidîtin derbas bibe, ji bo alîgirên yekîtiyê ku di muxalefetê de man jî derbas dibe. Lê tu fêdeya gazindan nîn e.
Divê katalan bi vê encamê bijî û rêya derketina ji qeyranê bibînin.  Yan jî divê ji niha de li dû kesên careke din hilbijartinê dixwazin biçin. Lê li vê derê ev xal muhîm e: Heta aliyek bi temamî bi ser bikeve her hilbijartin bê çêkirin jî ne çare ye. Ji ber vê yekê li Barselonayê êdî dem dema lihevkirinê ye.

*Têbiniya Diyarnameyê: Piştî ku Rêveberiya Xweser a Katalonyayê di encama referandûmê de serxwebûn ragihand dadgehê doz vekir, hikumeta Spanyayê jî biryar da ku katalon ji nû ve hilbijartinê çêbikin û ji bo xwe hikumeteke nû ya herêmî hilbijêrin. Ev hilbijartin 21'ê vê mehê li dar ket û sedî 88'ê hilbijêran çûn deng dan. Partiya Demokratîka  Ewropayê (serokê wê Puigdemont e), Partiya Çepgira Komarparêz (ERC ku serokê wê Oriol Junqueras e) û Berendamiya Yekîtiya Gel a antîkapîtalîst bi hev re bi navê "Ji bo Katalonyayê Bi Hev Re" koalîsyoneke çêkiribûn û ew alîgirên serxwebûnê bûn. Vê koalîsyonê sedî 48'ê dengan bi dest xist û ji 135 mebûsan 70 heb bi dest xistin. Ji bo sazkirina hikumetê pêdivî bi 68 mebûsan hebû. Partiya Ciudadanos (Seroka wê Inés Arrimadas e) ku dijî serxwebûnê ne 37 mebûs bi dest xistin. Mebûsên din li partiyên din hatin belavkirin.
Barbara Wesel nûçegîhana DW'yî ye, ji ber girîngiya meseleyê me ev nivîsa wê wergerand kurdî.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DIYARÊBEKIR

ad

AfD çi ye û çi dixwaze?

ad

Hevşaredar jî di nav de 26 kes hatin girtin

ad

Zend li ser muzîka kevneşopî ya kurdan disekine

ad

'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'

ad

'Bila Geliyê Godernê nebe Heskîf'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname