RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed îro li Navenda Giştî ya Tevgera Goran, di civîna çapemeniyê de bi fermî îstifaya xwe ya ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê îlan kir.
Di civîna çapemeniyê de, Dr. Yusif Mihemed wiha got; "Niha Herêma Kurdistanê di rewşekî dijwar de ye, gel di nava jiyanekî dijwar û tijî nexweşî dijîn. Erkê desthilatdariya siyasiye ku jiyanekî baş pêş bîne. Ne bi xwe bibe çavkaniya dijwarkirina jiyana xelkê."
Yusif Mihemed diyar kir ku di roja îro desthilatdariya siyasî ya Herêma Kurdistanê ber bi dijberbûna xelkê ve diçe û wiha dom kir: "Divê ev yek pêşî lê were girtin. Ne ku piştgirî jêre were kirin. Armanca me ya ji yekem roja wergirtina şerefa wezîfeyea Serokatiya Parlamentoyê heya îro ew bû ku desthilat ji xelkê be û ji bo xelkê be. Îro ku ez biryara îstifayê didim, ji bo heman armancê ye. Peyamên min ên ji bo siberojê jî ji bo heman armancê ne û ezê heman rê berdewam bikin."
Mihemed eşkere kir ku li hemberî Parlamentoya Herêma Kurdistanê darbe pêk anîn û wiha axivî; "Piştî darbeya li hemberî parlamentoyê ya li dijî daxwazên gel, yasa û şeferê, referandûm hat, berdewama hemen, exlaq, reftar û encaman bû. Îro jî li ser desthilatdariya xwe ya şikestî ya li dijî xelkê îsrar dikin. Qonaxa sêyem a vê reftarê siyasî ye."
'Divê eniyek siyasî were avakirin'
Dr. Yusif Mihemed destnîşan kir ku divê dengên nerazî kom bibin û got; "Dema komkirina dengên nerazî ne. Divê eniyek siyasî were avakirin. Tevgera Goran jî ji bo avakirina vê eniyê di nava hewldanan de ye. Karekî baş e hemû aliyên siyasî li dorî projeyî hevbeş kom bibin. Emê bi mûxalefetê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Piştî bûyerên 16'ê Cotmehê û referandûmê tiştek di destê hikumetê de nemaye."
Dr. Yusif Mihemed da zanîn ku di nava 4 salên derbasbûyî de desthilatdariyê gef lê kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Ji ber karên min kirine gef li min xwarin. Lê dîsa jî min karê xwe berdewam kir. Divê hilbijartinên paqij pêk werin. Lîsteyên dengan werin sererast kirin. Tenê wesayîtekî min heye û çend metre erdê min heye."
12'ê Cotmeha (Tewçêra) 2015'an Asayîşa PDK'ê nedihişt ku Mihemed bikeve nava bajarê Hewlêrê û biçe parlamenê. Dr. Yûsif Mihemed ji hingî ve nikarîbû wezîfeya xwe bi cih bîne.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Silêmanî Grûba ji bo Aştiyê hat damezirandin
- 'Eger pirsgirêk çareser nebin, wê qonaxa duyemîn dest pê bike’
- Goran û Komeleyê daxuyaniyek hevbaş dan
- Çalakiyên li Başûr didomin (21'ê mehê)


