Diyarname
Yannis Îkonomu hê 23 salî ye, 32 zimanan dizane û bi vê yekê li Ewropayê bû kesê herî zêde zimanan dizane.
Hemwelatiyê Yewnanistanê Yannis İkonomu di sala 1995'an de li Girava Girîtê hatiye dinê. Ew niha li nav Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dixebite û kurdî jî di nav de tam 32 zimanan dizane. Ew wisa dibêje: "Dema ez ji PortekÎzê heta Seda Çînê rêwîtî dikim li hemû welatan bi zimanên wan bi wan re diaxivim."
Li ser Îkonomu ji rojnameya Hurriyetê Yorgo Kirbakî nûçe çêkiriye. Li gor nûçeyê Wî Fakulteya Ziman a Zanîngeha Selanîkê xwendiye. Paşê li Zanîngeha Columbia beşa Ziman û Çanda Rojhilata Navîn xwendiye. Ew kurdî, tirkî, rusî, çînî, ermenî jî di nav de tam 32 zimanan dizane. Îkonomu ku li Brukselê dijî li Ewropayê wekî mirovê herî zêde bi zimanan dizane tê nasîn.
Yannis Ikonomu di nav hemû zimanên welatên endamên Ewropayê de tenê b izimanê Estonya û Maltayê nizane, wekî din yê hemûyan dizane.
Li dinyayê zimanzanê belçîkî Johan Vandewalle bi 35 zimanan dizane û bi vê yekê pênaseya li dinyayê mirovê herî zêde bi zimanan diza di destê wî de ye.


