Diyarname
ETA ku ji bo serxwebûna herêma Baskê têkoşîn dida û di sala 2011'an de dest ji çekan berdabû biryar da ku di nav mehek de bi temamî xwe fesh bike.
Agus Hernan ku li ser navê Koma Têkiliya Navneteweyî ku pêvajoya destjêberdana çekan a ETA'yê dişopîne ji bo rojnameya spanyol El Pais axivî û got: "Rêxistin bi temamî û bi awayekî teqez dê xwe fesih bike." Hernan got ku ew li bendê ne herî dawî di nava meha pûşperê de ev yek dê çêbibe.


