Diyarname
7'emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a Batmanê îsal di navbera 27-29'ê mehê de dê li dar bikeve.
Festîval bi piştgiriya Şaredariya Batmanê dihat lidar xistin lê piştî ku bi kayyûmê dest danîn ser şaredariyê û her wiha bi şewitandina Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney re ev du sal bûn li dar nediket. Îsal Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bi derfetên xwe festîvalê amade dike
Diruşma îsal wekî "Em bi Hêvî li Rê ne, Dîwaran li dû xwe dihêlin" hatiye diyarkirin ku bi vê diruşmê di heman demê de bal kişandine ser fîlmên Guney ên bi navê Hêvî, Rê û Dîwar.
Fîlmên festîval dê li Salona Sînameyê ya Êlihê, Kolana Demokrasiyê ya Taxa Gultepeyê No: 339, Salona Sînemayê ya Sendîkaya Petrol Îşê û Taxa Akyurekê Kuçe 218 No: 1 bêne nîşandayîn.