Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê ji aliyê "Dunya Kitle Îletîşîmî Araştirma Vakfi" ve tê organîzekirin. Festîval îsal di 3 waran de xelatên rûmetê bi navê "Xelata Kedê ya Azîz Nesîn", "Xelata Çinara Hunerê" û "Ragihandina Girseyê" dide.
Weqfê ragihand ku ji bo Xelata Kedê ya Azîz Nesîn lîstikvan Kadîr Înanir guncav dîtiye. Her wiha xelata "Çinara Hunerê" dê bidin nivîskar Nazli Eray, xelata "Ragihandina Girseyê" jî dê bibin lîstikvan Gurse Bîrsel.
Festîval Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê îsal 30'yemîn car li dar dikeve. Festîval dê di navbera 18-28'ê avrêlê de li dar bikeve û 18'ê mehê bi merasimek dê xelatên wan bêne belavkirin.


