Diyarname
Festîvala belgefîlman "FîlmAmed" piştî salek navberê salan carek din dest pê kir. Festîval ku îsal 6'emîn car li dar dikeve diruşma îsal "Fîlmê xwe bine û were" ye.
FîlmAmed berê bi alîkariya Şaredariya Kayapinarê li dar diket lê piştî kayyûmê dest danî ser şaridariyê festîval jî bê alîkarî ma. Vê carê hin sazî hatine bahev û bi derfetên xwe festîvalê lidar dixin. Pale Huner, Ma Muzîk, Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şanoya Bajêr a Amedê bi hev re festîvalê li dar dixin. FîlmAmed 23'yê mehê bi konsera Mizgîn Tahir dest pê kir. Piştî konserê fîlmê derhêner Rêber Dosky yê bi navê "Radio K." hat nîşandayîn. FîlmAmed heta 27'ê mehê didome.
Li gor agahiyên amadekarên FîlmAmedê 105 berhem ji bo wan hatine şandin. Ji ber derfetên kêm ku 4 rojên wan hene nekarîne hemû berhemên hatine şandin nîşan bidin.
Êvara 27'ê mehê saet 20.30 de dê belgefîlmê derhêner Huseyîn Tabak ê bi navê "Çîrkîn Kral Efsanesî" ku li ser jiyana Yilmaz Guney e bê nîşandayîn û FîlmAmed bi dawî bibe.


