Diyarname
Pirtûka Lenin a navdar "Mafê Neteweyan a Tayînkirina Qedera Xwe" ji ber ku di lîsteya pirtûkên gelek têne firotin de cih girt niha korsanên pirtûk jî derketin.
Li Tirkiyeyê pirtûkên ku gelek têne firotin miheqeq korsanên (pirtûkên kopî û yên bê destûr hatine çapkirin) wan derdikevin û têne firotin. Pirtûka navdar a rêberê Şoreşa Kewçêrê Vilademir İliç Lenin a bi navê "Mafê Neteweyan a Tayînkirina Qedera Xwe" di van d eman de li Tirkiyeyê gelek tê firotin. Pirtûk niha korsanên wê derketin û tê firotin.
Pirtûka ku li cem pirtûkfiroşan bi 30 TL'yî ye, li cem korsanan bi 5 TL'yî tê firotin.
Piştî têkçûna Yekîtiya Komara Sosyalîstên Sovyekê pirtûkên Lenin û yên din ên li ser Sosyalîzmê êdî ji refan derketibûn û nedihatin firotin. Lê di van deman de ev pirtûk careke din eleqeyê dibîne ku vê yekê firtûkfiroş jî şaşwaz kirine.
Wekî not: Lenîn ev pirtûk di sala 1896'an de nivîsî û yeke car di adara 1899'an de hat weşandin. Li Tirkiyeyê Weşanên Sol ev pirtûk di sala 1968'an de yekem car çap kir û heta niha 6 çapên wê hatine kirine. Niha jî çapa wê ya 7'an hatiye kirin û ev çap bi eleqeyeke cihê re rû bi rû maye.