Diyarname
Weşanên Lîsê du romanên nû pêşkêşî xwendevanên xwe dike: Romana Bavê Nazê "Dara Pelweşiyayî" û ya Yunus Eroglu "Otobês".
"Dara Pelweşiyayî"
Bavê Nazê di warê romana wêjeya kurdî ya nûjen de, yek ji xwesertirîn navan e. Bavê Nazê, bi zimanê û şêweyê vegotinê yê xweserî xwe ve, bi desttêdanên xwe yên rasteqîn ê sosyalîst û rexnegiranetiya xwe ya tund, ku ji kevnesovyetan pê re maye, îşaretê bi şemitînên di nava civaka kurd de, wekî şêwejiyanên ku di nava sermaye, soreş, evîn û bêbextiyê de dudilî mane, dike.
Ew di "Dara Pelweşiyayî"yê de, firêqetiya xwe ya zimanî bi riya Şêrzadê pêlewanê romanê didomîne, lêbelê di heman demê de xwendevan bi dilekî sotî “dastaneke aciziyê” dixwînin. Roman bi serêşî “polîtîka” ye û xwendevan dibînin, ku Şêrzad li devereke ku dibêjin hatiye rizgarkirin, li gel evîna xwe ya ku li pey xwe dikişkişîne, ji sêrî de, careke din bi col û zincîran tê girêdan.
Romana Bavê Nazê "Miriyê Heram" par û çîrokên wî bi navê "Govenda Ber Mirinê" di sala 2007'an de ji Weşanên Lîsê derketibûn.
Bavê nazê kî ye?
Dilxwaz û dildarê ziman û edebiyata Kurdî Bavê Nazê, di sala 1946’an de ji dayik bûye. Derbarê gramera kurdî de gelek xebatên hêja kiriye. Di sala 1981’ê de doktora di warê edebê de ji Zankoya Moskovayê wergirtiye. Çend pirtûkên wî yên li ser dîroka kurdan ji zimanê rûsî wergeriyayî zimanê erebî jî hene. Di Zankoya Duhokê de mamostatiyê dike.
Berhemên wî:
- Çiyayên Bi Xwînê Avdayî (Roman), Wesanên Komela Jinên Kurdis-tanê Li Swêdê, 1978
- Hêsîr û Baran (Kurteçîrok), Jîna Nû, 1985
- Stockholmê Te Çi Dîtiye Bêje (Roman), Förtattores Bokmaskin, 1987
- Rêzimana Zimanê Kurdî, 1996
- Dara Pelweşiyayî (Roman), 2002
- Govenda Ber Mirinê (Kurteçîrok), Weşanên Lîs, 2007
- Miriyê Heram (Roman), Weşanên Lîs, 2009
Dara Pelweşiyayî / Bavê Nazê / Roman / 139 rûpel
"Otobês"
Romana Kurdî ya ku bi ceribandinên xwe yên zimanî yên nû di qonaxa guherîn û veguherînê de ye sal bi sal berê xwe dide deverên rengîntir û dewlemendtir. Hêdî be jî, ev romana ku ji vê qonaxê de wekî berhem derdikeve, bi xwe re xwendevanên xwe yên nû jî tîne. Di nimandinê de, ev romanên ku encamên hewldanên nifşê 90’î yê Rewşenê û pê de ne, raqetaneke mezin in ji silsileta romanên navên wekî Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Eliyê Evdirehman, Eskerê Boyîk, Ehmedê Hepo, Îbrahîm Ehmed, Mehmût Baksî, Mehmed Uzun û ta dawiyê.
Yunus Erogluyê romanûs û wergêrê xort (romana wî ya pêşîn, Nameyek Ji Xwedê Re, Lîs, 2007) bi romana xwe ya diduyan, Otobêsê, roman û zimanê kurdî ber bi devereke bi şewq û şemal ve dajo, xwendevanê xwe yê jîr vedixwîne ceng û cîdala dengekî ku bi ser gelek dengan dabeş dibe.
Otobês romanek e, ku albumeke ji gelek kesan pêkhatî ye. Her paldankek bi dengê xwe yê navxweyî qala xwe dike. Dengên ku di paldankên otobêsekê de rûniştine û heftokan ji dawa xwe de dirijînin.
Yunus Eroglu bi vê romana xwe ya bi navê Otobês jî zorê dide tixûbên zimanê kurdî, bi zimanekî wiha bi silsileta xwe berdewam dibe.
Yunus Eroglu kî ye?
Romannûs û wergêr Yunus Eroglu di sala 1984’an de, li Dêrîşa bi ser Stewra Mêrdînê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî li Bismilê, ya navînî li Erxeniyê xwendiye. Di sala 2006’an de, Zankoya Teknîkî ya Rojhilatê Navîn (ODTU, Enqere) kuta kiriye û ji beşên Zimanê Îngilîzî û Dîroka Felsefeyê mezûniyet wergirtiye. Piştî sê salên xebatê yên li Cizîrê, li navçeya Amedê, Bismilê bi cî bûye. Romana wî ya pêşîn, Nameyek Ji Xwedê Re, di 2007’an de, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin. Wî her wiha berhemin ji zimanên îngilîzî û spanî, ji William Faulkner, Gabriel Garcia Marquez û Juan Rulfo wergerandine kurdî.
Otobês / Yunus Eroglu / Roman / 196 rûpel
***
Berhemên Lîsê yên din ên nû:
- Romaneke nû: ‘Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî’ derket
- Kawa Nemir soneyên William Shakespeare wergerand