Diyarname
Di maça nîv fînalê ya di navbera Barselona û Înterê de Barselona bi 1-0 bi ser ket lê ji ber maça yekem de bi 3-1'ê têk çûbû nekarî derbasê fînalê bibe. Bi vê skorê Înter piştî 38 salan yekemîn car derket fînala Kûpaya Lîga Şampiyonan.
Maça yekem a Înter û Barselonayê li Mîlanoyê li dar ketibû û Înter bi 3-1 bi ser ketibû. Maça diduyan li Nou Campê li dar ket. Barselona ku par Kûpaya Lîga Şampiyonan jî têde 6 kûpa bi hev re biribû mala xwe îsal dîsa berendamên Kûpaya Lîga Şampiyonan bû lê tenê karî heta nîv fînalê bê. Di maça nîv fînalê de li mala xwe Înter 1-0 bi gora Pique (deqîqeq 84) têk bir ev yek têra wê nekir.
Bi vê encamê Înter derket fînalê û bû reqîbê Bayern Munihê.
Mayer Munih û Înter di 22'yê gulanê de wê li stada Santiago Bernabeu ya Real Madrida Spanyayê bi hev re bilîzin.
Wekî notek: Ji ber Real Madrida Spanyayê û Barselonaya Katalan her reqîbên hev in, çapemeniya Spanyayê hema bibêje ji bo vê encamê kêfa wan hat.


