Diyarname
Kovara Rewşenê di destpêka meha reşemiya 1992'yan de dest bi weşanê kir. Bi ser re 27 sal derbas bûne. Di salvegera Rewşenê de em li belgefîlmê ku li ser Rewşenê hatiye çêkirin temaşe bikin.
Belgefîlm ji aliyê Cemil Oguz ve di sala 2011'an de hatibû kişandin û niha yekem car di Youtube de kesên bixwazin dê bikaribin lê temaşe bikin.
Oguz bi ser Rewşenê re qala salên 90'î, pêşketina kovargerî, ziman û derketina nifşê Rewşenê dike. Belgefîlmê ku di serî de li Festîvala Fîlman a Stenbolê li gelek festîvalan hat nîşandayîn yekem car di Youtube de ye.
KUNYE:
NAV: REWŞEN
Senaryo&Derhêner: Cemil Oguz
Derhênerê Dîmenê: Cahit Çeçen
Kamera: Cahit Çeçen, Savaş Boyraz
Muzîk: Xak - Kamkar
Vesazkirin: Masum Elmas
Studyoya Dublajê: Asi Medya
Vebêj: Masum Elmas
Ziman: Kurdî (bi jêrnivîsa tirkî yan jî îngilîzî)
Mawe: 44 dq
Sala Kişandinê: 2011
Yên axivîne: Zana Farqînî, Îbrahîm Gurbuz, Zahîr Kayan, Îbrahîm Xort, Îrfan Amîda, Kawa Nemir
Fermo:
.jpg)


